Tara Mamedova sala 1983 li Kirgizistanê ji dayîkbuye. Piştî hilweşandina sovyetê hunermend Tara tevî malbata xwe koçberî Rusyaya yê bajarê Saratovê dibin. Di wê pêvejoyê de Tara 9 salîye,û piştî 3 salên din bi daxwaza wê û dayîka wê Gorçek Abdulayevna tê bajarê Yaroslavlê. Li vir Tara dest bi perwerdeya hunerî dike, mûzîk,dans û şano dibe jîyan û armanca wê.
Pey daxwaz û hêvîyên xwe tê Paris ê û li vir bi salan jiyana xwe dom dike. Ji bona kû jîyana xwe serarastke fêrî zimanê Firansî dibe û di gelek karan de wek moda,televizîon û karên din de dixebite. Hunermend him xwe perwerdedike û him jî bi gelek muzîsiyenanre li ser muzika Jazz dixebite. Piştî gelek salên dirêj kû li Parisê derbasdike dixwaze ji xerîbîyê xilasbe, û berê xwe dide Stenbolê,dakû nêzîkê gelê xwe û welatê xwe be. Li Stenbolê bi rêhevalê xwere dibe nas û jiyana xwe bi wîre ava dike. Albûma wê a yekem bi etiketa Pel records kû ji hêla Hakan Akay ve hatîye aranjekirin di sala 2015 de derdikeve. Gelek sitran û awazên albu