Rêber Apo - di dîrokê de vejîna Kurdan

Описание к видео Rêber Apo - di dîrokê de vejîna Kurdan

VEJÎNA KURDAN

Li kevana bi bereket
li nava Kurdistanê
komên mirovan ên bi ziman ketin
gund ava kirin, cot kirin, li banî û zozanan kohçêrî kirin
cara pêşî tevn, alet, destar, conî, qûzik û dîzik çêkirin,
beriya bi 12 hezar salan perestgeh ava kirin,
şêwr gerandin, jiyan kirin huner
heqîqeta vê, bi zirne, bilûr û daholê darîçav kirin,
bi dengê xwe yê ji dil û kezebê serhatiya xwe anîn ziman,
ji paşerojê re hiştin,

Li qûntara çiyan, li keviyên reşbelekên berfê,
li bin tavheyvê li ber roja zêrîn, li dora agirê hol bûyî
jiyan deribandin,
tim li serê kur û çiyan bûn, navê wan pê hat hildan
ew qebîleyên kurtî bûn, ew qewmên çiyê bûn,
Gotî, Hûrî (Xorî), Mîtanî, Sûbarî, Naîrî û Haîtî bûn,
Li vir jiyan wisa hat çandin û pir kûr reh berda,
rehên vê çanda li keviyên çiyayên Toros Zagrosê
li dewrûberê weke çanda Sumer, Nîl û Pêncavê şax berda,
Ji Çînê heta bi Hindê,
heta bi Ewrûpayê belav bû,
Kurd bi hezar salan bi çanda qebîleyê rabûn,
hinek ji wan daketin deştan û ji yên çiyê cihê bûn,
bi yên çiyê re bêbextî kirin, bûn kurmê darê,
Enkîdoyê kurtî bi bajariyan re hevkarî kir,
Hûmbabayê ku rûspiyê kurtiyan bû da kuştin,
Wexta ku poşman bû, xwe avêt lingê Gilgamêş ji bo wî bikuje,
lê qebîleyên kurtî her tim li çiyan azad man,
li dijî şar û şaristaniyan şer kirin,
konfederasyonên mezin ava kirin,
bi navê Horî, Gotî, Mîtanî, Ûrartû û Med hatin naskirin,
bi felsefe, bîrûbaweriya Mazdek, Zerdeşt û Manî,
exlaq û pîvanên xweza û civakê destnîşan kirin,
kurmê darê li cem Medan careke din derket holê,
Harpagos xiyanet li keyayê dawî yê Medan Astiyag kir,
Astiyag bi hêrs jêre wisa dibêje;
Hey rezîl! te xiyanet li min kir, keyatiya min hilweşand,
qet nebe tu bi xwe li textê min rûniştana,
qet nebe te ev nekir te keyatî bi destê Medan ve berdana,
çima te keyatî bi rezîlî bir radestî xulamê me Kîros kir,
Ji wê rojê ve qebîleyên kurtî her serberjêr çûn,
pêşiyên Kurdan bi Îslamê re bajarê xwe ava kirin,
serdestê xwe çêbûn û dewlet ava kirin,
fermandarên mezin û alimên giregir ji nava wan derketin,
Kurd weke çiyayî û deştî bûn du beş,
bi Peymana Qesr-î Şîrîn a 1639'an bûn du perçe,
civaka Kurd ne tenê bû du perçe,
weke jêr û jor jî dabeş bû,
bûn berdest, belawela û bêtifaq,
lewma Ehmedê Xanî qala vê rewşê kir,
hesreta Kurdan a bi serdestiyê anî ziman,
Kurdên efendîtî û evdîtî nas nedikirin bûn berdestî û suxrekaran serdestan,
Êdî ne xwedawenda wan Star hebû, ne jî Zerdeştekî wan ê hesap bipirse û bibêje; hûn kî ne.
Êdî bêxwedan, bêkitêb û mishef in,
ketin çerxekê ji xwe re bibêjin, Me Kurdî halê xwe wer dî.
Kurdên zordestiya Asûr şikandin, ji tevahiya qewman re Newroz diyarî kirin
bûn pîrika tevahî mirovahiyê,
bûn kotrimên li ber deriyê wan.
kî tê û diçe li nava serê wan dide,
di dused salên dawî de Kurd ji rêxistinî, îdeolojî û çalakiyê mehrûm bûn,
li devera mirovatî bi ziman ket Kurd bûn bêziman,
li welatê dayik-niştiman ê nan, Kurd bênan e,
şerpeze, perîşan û belengaz e,
di ser halan re hegemonan ew kirin çar parçe,
her dagirkerê parçeyekî qîlê xwe bi wan de bir,
Kurd bi qanûnên hesin, asîmîlasyon û kuştinê xistine cercereya qirkirinê,
Eger tu bibe Kurd her tiştî bi serê te de tînin,
Eger tu xwe înkar bike derî li te vedibin
bêdengiyeke mîna ya li nava goristanan
ewrên reş û tarî li ser Kurdistanê
di demeke welê hêvîçilmisî de
çi malkambaxî ye,
hebûn û tunebûna Kurdan tê guftûgokirin,
baweriya kesî nemabû roj ji nû ve hilê,
ji nû ve dar û gîha zîl bidin,
ha di demeke welê de ku her kesî kefenê xwe dibirrî,
Tevgera Azadiyê bi bereketa xwadawendên çiyayên Toros Zagrosê,
weke Brahîm Xelîl meşiya, weke Mûsa yê li çiyayê Sînayê peyivî,
weke Îsa yê li Qudsê li ber împaratoran rabû,
weke Muhammed ê li Medîneyê li dijî cehaletê têkoşiya,
bi vê jî qîma xwe neanî
li pey Nietsche, Brûno, Erasmûs, Babûf, Bakûnîn, Marks, Lenîn û Mao şop gerand.
Xwe ji Zerdeşt, Bûda, Konfeçyûs û Sokrates bêpar nehişt,
dîsa xwe ji şopên xwedawend Starê heta bi Înnanayê,
ji Qîbele, Meryem, Fatma û heta bi Rozayê mehrûm nekir para xwe girt
qasî ku karibe hilgire xwe bi tevahî heqîqetê gurçûpêç kir
Kurd hê jî hebûna xwe ya çandî diparêzin
ji ber ku xwe dispêrin çand û rêûresmeke xurt a tarîxî,
Û îro careke din ji bo mirovatî bibe xwedî civakeke biexlaq û polîtîk rêzan û rênîşaner e.

Комментарии

Информация по комментариям в разработке