Rojevin

Описание к видео Rojevin

HEVAL ROJEVÎN

Rojevîna min bi xweşikbûna xwe wekî biharê çiyan dixemilandin,
berxwedana wê zarokên rojê azad dikir.
Dilê Rojevîna min ji xweşikbûna Avaşîn bû, kenê wê wekî azadîya Kurdistanê bû.
Ji doza Bêrîtanê re mîna Çirûskekê bû,
dixemilandin asoyên Welatê min.
Li asîmanan Stêrkeke fedayî ya gelê xwe bû Rojevîn.
Rojevîn heval ji ilmê Zerdeştî ji qewmên Îbrahîm bû,
bi rengên Arîn Mirxan xemilandî,
ji evîna Kawayê hesinkar stêrka heft rengîn bû.
Dema jana şehadeta rojevîna min
ket nawa çiya bi dazdeh zanistiyan û bi heft zimanan şîn û girî bû,
Tav ji rojê û cîhanê hîv ji şevên xeyîdî bû.
Ji ber êşan şehadeta rojevîna min
dilê dayika min bi êş kul û birîn bû.
Ji ber hewara dilê dayika rojevîna min
Jiyan bi şîn azadîyê ji fedî ya xwe qetil kiribû,
Rêwiya karwanê azadîyê îro jî rojevîn bû.
Wa ye hat bûka Êlîhê bi Kesk sor û zer xemilandî ye dest hinekirî por hûnandiye,
rabin birêkin bûka Kurdîstanê
îro Rojevîna me ye.
Teyre baz

Комментарии

Информация по комментариям в разработке