Heyama "Îlanên Piştrastkirî"- Menazir ASLAN KAYA

Описание к видео Heyama "Îlanên Piştrastkirî"- Menazir ASLAN KAYA

Wezareta Bazirganiyê ji bo pêşiyê li mexduriyetê bigire verastkirina "îlanên piştrastkirî” da destpêkirin.

Bi verastkirina nû bêyî destûra xwediyê mal û milkan wê îlan neyên dayîn.

Welatî bi saya vê sepandinê wê rastî îlanên sexte neyên, bi dek û dolaban neyên xapandin.

Emlaqfiroş dibêjin baweriya mişteriyan êdî nemaye, îlanên sexte herî zêde zirarê didin sektora wan.

Verastkirina "îlanên piştrastkirî" wê 15ê Îlonê bikeve dewrê û piştî sersalê mecburî be.

Wê li kesên ku guh nedin rêzikên qanunê 158 hezar û 460 lîre ciza bê birîn.

Nûçegihan
Menazir ASLAN KAYA.

Комментарии

Информация по комментариям в разработке