Rênas zê / Dem Û Dewran (Cover)

Описание к видео Rênas zê / Dem Û Dewran (Cover)

Dem Û Dewran

Muzîk : cûdî hemo
Sitrangotin : Rênas zê
Dengbêj : şêx berekat
Tenbûr : azer xelo
Derhêner : mazin îsyanî
Kamîre :
Eyaz xidir & Mazin îsyanî
Çavkanî : seîd gezici
.
.
.
lyrics ...
Bi sihara sibê ra, difurî bêhnâ tanurâ.
Ji kerbê welat ez mirim, xerîbî çika zorâ.

Roj şoq dida ser çîya, bêhna kulîlk û gîha.
Ji guhê min na derkevê, dengê berxik û mîya.

Dem û dewrana berê, nema li me di vegerê.
Xwezî bi wa rojê go, em siwar dibun li kerê.

Xewa siha, zinara, li ber bêhna pelê dara.
Ji devê min na derkevê, ta’ma tirh û hinara.

Axa bi xer û bereket, dida me hezar na’met.
Min çawa hişt û ez hatim, welatê weke cennet.

Dem û dewrana berê, nema li me divegerê.
Xwezî bi wan rojê go, em siwar dibun li kerê.

Bihar bi ser me da dihat, keyf û şahîya me dihat.
Bi sed salê xerîbîyê, nadim rojeke welat.

Dem û dewrana berê,nema li me divegerê.
Xwezî bi wan rojê go,em siwar dibun li kerê.

Комментарии

Информация по комментариям в разработке