Eşqa Welat - Evdirehîm Rehmî & Deng: N.Zivingî

Описание к видео Eşqa Welat - Evdirehîm Rehmî & Deng: N.Zivingî

Evdirehîm Rehmî di sala 1918an de, dema li Rûsya hêsîr e ev helbest nivîsiye.

Bihar hat, şîn bûn giya
Cil ber kirin, xemilîn çiya
Geştan bikin ser kaniya
J’xêzê diçit şibhê ziya
Berraq û pak û safiya

Eşqa welat, eşqa welat
Te cerg û mêlakê me pat

...

Dibêjin welat bo dijmin e
Ez sax bibim qet mimkun e!
Xîret, hemiyyet zamin e
Eşqa wî mêhvanê min e
Qurban j-wî ra, mergê min e

Eşqa welat, eşqa welat
Te cerg û mêlakê me pat

17 Çiriya Paşî 334(1918)
Ji Mala Hekariyan
E. Rehmî

Комментарии

Информация по комментариям в разработке