AYDİN - Nabe (Stran Jiyane IV) 2021

Описание к видео AYDİN - Nabe (Stran Jiyane IV) 2021

AYDİN
Berhem: Wa Şehîd (Stran Jiyane IV) 2021

NABE

Nabe nabe
Wele yarê jiyan zore bê te nabe
Nabe nabe
Wele canê jiyan zore bê te nabe
Li kolanên xelkê tenê
Welat xerîb debar nabe
Tu 'li' ber çavê min negerî
Zanî kêfam tune halê min xirabe
Li kolanên xelkê tenê
Welat xerîb debar nabe
Tu 'li' ber çavê min negerî
Zanî kêfam tune halêm pir xirabe


Nabe nabe
Wele yarê şev nabore ro venabe
Nabe nabe
Wele canê şev nabore ro 'li' min nabe
Mal'li' minsare
Vikûvala xalî maye wê çawabe
Sebra minî zûke were'z
Te bibînim bila dilê mi'b te şabe
Xanî sare ²{Ode sare}
Vikûvala xalî maye wê çawabe
Sebra minî zûke were'z
Te bibînim bila dilê min her şabe

Gotin û Awaz: Hozan Aydin
Berlin, 21.05.2012

Pêşgotin:
Gelî guhdarên ezîz, dîsa bi berhemeke ji stranên xwe ku bi babetên curbecur ez hestên xwe bi we re parve dikim.

Wek tê zanîn ji ber şewba koronayê ev demeke dirêj e, ku mixabin li tevahiya cîhanê jiyan di bin bandoreke nerênî de û di xeteriyeke gelek mezin de didome. Ez jî wek alemê di mala xwe de mam, lê min ev nerêniya bi hestên hunerî dagerand erêniyê, spas ji xweda re!Min sê berhem amade kirin ku bi niyeta di sala 2021an de her sê berheman bigihînim we guhdar û hunerhezên hêja. Wek herdem bi hêviya ku hûn ê dîsa bi awayekî para dilê xwe jê werbigirin. Guhdarî xweş...

Spasî:
Di serî de spasiya herî mezin ji bo hevjîna min Samiye, ku di vê rê de tu caran ez bi tenê nehiştim, herdem bûye arîşena dilê min û her hêz daye hestên min. Di wêneyên vê berhemê de jî dîsa li pey min westiya û wek gelek caran keda wê gelek e.

Sponsor
Gelek spas ji bo hunerhez, hunerparêz û welatparêzên Kurd Nihat Yıldırım û Zeynel Çakar, ku dîsa ji bo vê berhemê jî bûn piştgir. Ez çavên wan û dilên wan xortên delal maç dikim.

Deutsch-Kurdisches KulturInstitut
Wek weqfeke çandî ku bi taybetî li Ewropayê, ji bona ku mafê huner û hunermendên Kurd biparêze hatiye damezirandin; hem parastina mafê min, hem bi parastina her awayî mafê vê berhemê û hem jî belavkirina vê berhemê hilgirt ser xwe. Spas ji bo vê saziya me ya nirxdar!

Verastker û rêveberê vê berhemê Mizgîn Ayaz, xweyî kedeke mezin e bêguman, mixabin me bi zindî hîna hev nedîtiye, lê bi riya telefon û video gelek têkeliyên me çêbûn; muzîkjenekî baş û kêrhatî ye. Mirovek xweşsuhbet û devbiken e; xwedê kenan tu carî ji rûçikên wî kêm neke înşallah!

Muzikjen:
Derhênerê muzîkê: Mizgîn Ayaz
Rîtm composer, Klavye, Tembûr, Şelpe, Sazbuş, Ribab, Lafta, Cumbuş: Mizgîn Ayaz
Bas gîtar: Deniz İnal
Klasîk gîtar: ilkan Pala
Elektro gîtar: ilkan Pala
Gîtara bê perde: Şervan Ayaz
Ebow: Şervan Ayaz
Bilûr: Serkan Yıldırım
Ney: Serkan Yıldırım
Mey: Zübeyit Çelebi
Zirna: Serkan Yıldırım, Zübeyit Çelebi
Klarnet: Onur Nazım Engin
Keman: Şervan Ayaz
Tambur: Şervan Ayaz
Vokal: Ciwan Ayaz, Mizgîn Ayaz, Meryem Demirtaş Ayaz, Elif Algül


STUDYO
Studyo: Studio Rast, Studio Çatı
Tonmaister: Taner Ersoy, Mizgîn Ayaz, Şervan Ayaz
Mix Mastering: Mizgîn Ayaz, Şervan Ayaz
Studyoya tomara deng: HA-SJS
(Hozan Aydin-Stran Jiyane Studyo)

[© 2021 Hozan AYDİN]
Bibin endamê qenala me klîbên nû temaşê bikin...
Daha fazlası için kanalımıza abone olun...
https://bit.ly/2LDeWCA

Bê destûr kopî kirin qedexe ye, hemû mafên vîdeo tê parastin...
All rights reserved, copying without permission is prohibited...

Lütfen videoları indirip kendi kanalınıza yüklemeyiniz !
YouTube tarafından telif hakları nedeniyle kaldırılacaktır.
Her hakkı saklıdır, izinsiz kopyalamak yasaktır.
[© 2021 Hozan AYDİN]

Navnîşanên Hozan AYDİN a Sosyal Medya yê,
Hozan AYDIN Sosyal Medya Adresleri,
Hozan AYDIN Social Media Addresses:
Instagram: https://bit.ly/39EmyzG
Facebook: https://bit.ly/2P8ZcsG
Twitter: https://bit.ly/2Pbaxsm
Spotify: https://spoti.fi/33LUEOm

Zimanê Kurdî rûmeta me ye, Kurdî biaxfin, Kurdî binivîsînin, Kurdî bixwînin û Kurdî guhdar bikin...

#HozanAydin #Nabe #StranJiyane

Van hêjayan hestên xwe tev li vê berhemê kirin, hest û destên wan xweş, gelek spas!

Wênekêşî
Bi piranî wêneyên vê berhemê Türker û Ramî kişandin; dest xweş û spas ji bo herdu xortan, ez çavên wan maç dikim. Wêneyê bergê Osman (Foto Digital) kişand; dest xweş û zor spas. Dîsa pir spas ji bo stranbêjê dengxweş û dilpak Fatih Demirbağ ku ji bo wênekêşiyê bû sponsor.

Grafîk:
Hozan Aydin û Fundesign. Spas ji bo Fundesign û dest xweş!

REDAKTION:
Ciwan Tengezar. Zor spas ji bo keda Ciwan, ku di sererastkirina nivîsar ê de bû alîkar. Dest xweş!

Gelek spas ji bo hemî kesan. Her kî ku keda wî/wê di vê xebatê de heye spas ji bo tevan.

Hozan Aydin
Web:    / hozanaydin  
  / hozanaydin  
  / hozanaydinofficial  
  / stranjiyane  
E-Mail: [email protected]

Комментарии

Информация по комментариям в разработке