Şivanê pîr: Sebrî Botanî

Описание к видео Şivanê pîr: Sebrî Botanî

Şivanê pîr: Sebrî Botanî.

Hezar wek min rewşenbîr
Bibin gorî ş'vanê pîr

Şivan e, berpirsyar e
Şev û rojê hişyar e

Hişyar e ranakevê
Ji dozê danakevê

Şivanê gelê kurd e
Mîna gizîrê gund e

Pê xweş e her gizîr bit
Ne paşa û ne wezîr bit

Ne beg û ne axa ye
Rêberekî zana ye

Kul û kovan li ser dil
Barê giran li ser mil

Barê giran karê wî
Karê giran barê wî

Finda rêça tarî ye
Nijadkurd e, arî ye

Ku d'qewimit hazir e
Hêmin e, hem agir e

Çak û çeleng û jîr e
Bo cergê dijmin tîr e

Hebûna wî xebat e
Daxwaza wî welat e

D'rovê miletê me ye
Rewş û xelatê me ye

Ji wî ne, ev ristên xoş
Jê têr nabin bîr û hoş

Huner û şiir û çîrok
Gotar û pesn û dîrok

Derdê wî ez ne bînim
Batî wî ez ne mînim

Da ev xebat serkevê
Jan ji dilan derkevê

Комментарии

Информация по комментариям в разработке