Kawa Nemir - Katjimêrên Banû Byê
Deng: Erol Şaybak
Jêrenivîs: Xendekî
Produksîyon: Asoya Helbesta Kurdî
Muzîk: • Os Tincoãs - Deixa A Gira Girar (j g ...
Kawa Nemir - Katjimêrên Banû B’yê
“Zînê li gel findê bû cot
Rûnişt ji xemên xwe re got”
Mem û Zîn, Ehmedê Xanî
I
(...)
II
(...)
III
Mi go, kevçiyên çayê kin in ji fîncanên kûr re, mi go,
ev gewdeyê şil ê siwarçakê min ê şîn e, çu nikarim ava bikim
qesra xwe ya bextewariyê, heta ku hilneweşe lengergeha Çengelköyê.
Belam ev çîroneka dara min e, şaxên wê her du milên min,
qurmê wê mala mêran e, dêran e, bûye kêran ji ber derbên kêran;
belga min ji darê de dikeve, dikeve, dikeve,
ê wî hey tajiyê lingşewitî ye li çil û çiyayên welatekî bejî,
malûmatfiroşekî welatê xwe li ser selpakên zarokan avakirî,
siwarçakê min ê ji qewmê serreş, ku dengê wî digindire newalan.
Belam diviya dema cam hûrhûrî nebûya, nedêraya şevên aram,
piştî pêgermokên kefegevzik, piştî fişargoyên sik,
qey min peyda kiribû Siyabendê xwe yê ku kêlî tirş dikirin:
“Nebî tu lê dî herî! Dizanim, tu naçî. Tê herî? Neçe, tevî her tiştî.”
Kulên min taqet nakin bipirsin, qey di nava sê mêran de mame?
Gulên min qet nakin bitirsin, ev çend e em diçilmisin?
Kavil, kavil, mi go, tev ev e nas dikim ji kêliyên hişyariya xwe.
Mi go, lê ez bi janeke qerase re zewicîm, ew çû, di ser wê pirê
re ku nehişt ez hilweşînim.
Piştî mîrê min ê hezkiriyê hespên tor î spî, va ye pêkolî dike
derya, dikurisîne daw û devlingên qesra min a kavil.
Qaqlîbazên fêlbaz î tîr têne çavên min, vê şeva şîn î şil.
20 Berfanbar 2007 – 1 Reşemî 2008
Bahçelievler - Stenbol
*Ji pirtûka wî: Salname, Lîs
**Bi destûra wî hatiye weşandin
(tevahîya helbestê: http://helbestakurdi.com/helbest/kawa...)
Asoya Helbesta Kurdî ©
Информация по комментариям в разработке