Xelîl Xemgîn - Hemze- Partîzan (Official Audio)

Описание к видео Xelîl Xemgîn - Hemze- Partîzan (Official Audio)

Xelîl Xemgîn - Hemze- Partizan (Official Audio)
Album: Ey Şehîd
Text& Muzik: Xelîl Xemgîn (hemze)
Partizan- Text: Ş. Hemit Avci & Xelil Xemgin
Musik: Xelîl Xemgn

HEMZEYÊ PÊHLEWAN

Îro di warê me de şînek bû ye,
Ev heft roj, heft şevine, can a la me pêl nade,
Serê vê sibê dinya bi mije, lo bi morane,
Daholek lêdikeve, dengê wê pir girane....
Keçên me te xemilîne, herdu çavên xwe kildane,
Dîsa çibû ye, hogirino çi bû ye, pismargên me li hev civiyane!
Xeber anîn, şehîd bûye qehremanek,
Hemze yê şêr-pehlewane...
Ne haware, kela dile, hêrsa mine!


Erê hogirino, erê hevalino, serê xwe rakin,
Hemze li ser milê xwe kin, lo bi milyonan me hilda ye,
Îro ew mêhvanê we ye, mêhvanekî can ciwane!...
Law, ew şehîdê dozê, dilsozê pakrewane...
Çavbelekê dayîka, bazê serê zinaran, şêrên cenga giran
Hemze yê me gelekin...
Law, bi sund û peyman, di rê ya we da va ye em dişopînin,
Tola mezin, va ye em hiltînin...
Ne haware, kela dile, hêrsa mine.


PARTÎZAN

Newal û çem diçim, diçim çiyan de
Çiya û çiya diçim nav ewran de
Ez ne teyrim ne teyarim...
Birano partîzanim, digerim her deran de.


Di deştan dar û ber, avan de
Hêlînam di dilê gelan de
Can û dil min da ye di vê rê de.
Ez ne teyrim ne teyarim...
Birano partîzanim, digerim her deran de

Malam kevir û zinarê çiyan
Xaniyêm berf û baran, mij û doman
Ava dikim Jînek nuh li kurdistan.
Ez ne teyrim ne teyarim...
Birano partîzanim, digerim her deran de

Hesabên min ên fermî evin./ Follow Xelil Xemgin on his social media accounts:

Instagramm:   / x_xemgin  
Facebook:   / xelilxemgino.  .
Twitter:   / x_xemgin  

#xelilxemgin #eyşehid #hemzeyêpehlewan

Комментарии

Информация по комментариям в разработке