Koma Agirî - Herin xortên Kurdistan

Описание к видео Koma Agirî - Herin xortên Kurdistan

#Koma_agirî
#Herin_xortên_Kurdistan
#sitranê_kurdî
#كوما_اكري

Sitrana bi navê "Herin xortên Kurdistan", yek ji berhemên "Koma Agirî" ya bajarê Helebê ye, ev yek ji wan "sitranên kurdî" ye, a ji kasêta bi navê "Çemê Dicle" ya sala 1990' an e, û yek ji wan berhemên ku hunera kurdî zengîntir dike li "Rojavayê Kurdistan" li gel kom, hunermend û berhemên cuda mîna Koma Agirî, Koma Tolhildan, Koma Botan, Koma zîlan, Koma Serhed, û her wiha komên tevahî Kurdistanê mîna Koma Berxwedan, Koma Amed, Koma Azad, Koma Welat, Koma Sê bira, ên ku bi hev re hunera Kurdî zengîn û rengîn dikin.

Têbînî: Şopdar û bînerên dilovan em dixwazin xalekê ji we re zelal bikin ku me hewldaye nivîsa stranan li gorî dengê ku hatîya gotin binivîsînin ne li gorî helbestê weke helbestvan nivîsî û hin peyv carcaran tên veguhestin ji ber hevok sererast bibe, ji lewre dibe ku di hin gotinan de û li gorî devokên herêmî hin şaşîtiyên rêzimanî derkevin holê an ne li gorî helbesta ku helbestvan nivîsî be, lê em bi fermî dibêjêjin ku em jê ne berpirsyar in.

Koma Agirî - Herin xortên Kurdistan

Ji kasêta bi navê Çemê Dicle a sala 1990 'an a ji berhemên koma Agirî ya bajarê Heleb ê.

Koma Agirî - Herin xortên Kurdistan

Herin xortên Kurdistan
Bin ala artêşa xwe
Tev bajon ser kedxwaran
Ser dujminê jîna xwe
Tev bajon ser neyaran
Ser dujminê jîna xwe

Hêrs û nifrînên Kurda
Wek volkana bi derxînin
Kela zulmê faşista
Yek bi yek hilweşînin
Azep û nokerên wan
Ji tamaran bikşînin

Her bostek ji axa me
Ji wan re bikin pîlan
Her gundek ji gundê me
Bikin kela berxwedan
Û deşt û zozanên me
Bikin gora kedxweran

Ey mihmecîkê teres
Jiyana te li ba me nîn e
Gelê me şêr û mêrxwes e
Li hawîr tev li hev civîne
Ev azadî û serxwebûn
Gelê me wê bibîne
……………………………………..

Helbest: Ehmed Ekaş
Awaz: Ehmed Ekaş
Deng: Seîd Bîrhat

Çavkanîya agahdarîyan:
Cengevan bavê Cengî
Ehmed Ekaş
Seîd Bîrhat

Filter û mastrîng: Erdelanê Amûdê
Tîprêzî: Cîhan Osman
Lêveger û Redekter: Felek Îbrahim
Lêvegera redekterê: Ezîma Hesen
Wêne: Dilşad Îsa
Montac: Lawîn Mûsa
Şopandin û lêvegera dawî: Elî Hacî
Amadekirina ji bo YouTubê: Şepal Mûsa
Barkirina li ser qenala Youtubê: Raman Orkêş
Amadekarî û Derhênerî: Xemgîn Çiyayî

Комментарии

Информация по комментариям в разработке