Siwaro | Pargîn | Official Music Video

Описание к видео Siwaro | Pargîn | Official Music Video

Siwaro | Pargîn | Official Music Video

Diyarî giyanê Şehîdên EFRÎNÊ

Mûzîk:
Mehmud Berazî

Dengbêj:
Hisên Temir

Derhêner:
Şêro Hindê

Amadekirin:
Ibrahîm Feqe

Kamîre:
Dijwar Mûsa
Elî Feqe

Alîkarê Kamîra:
Aya Hesam
Rojda Hisên
Hadî Xidir

Deng:
Lona Feqe
Valantîna Elî

Montaj:
Elî Feqe
Dijwar Mûsa

Foto:
Şervan Badînî

Cil û Berg:
Zekiya Badir
Reşid Mihemid
Şemsedîn Mihemid

Iksiswar:
Şemsedîn Mihemid
Ibêd Mihemed

Vegirtina Kon:
Nûrî Hacî
Elî Mihê
Qehreman Şîmo
Mihemed Keser
Bahoz Keser
Çerkdar Omer
Ebdî Qasim

Prodiksiyon:
Henan Qasim
Ibêd Mihemed
Ehmed Mela
Xalid Dêrik

Lîstikvan:
Barîn Hemo
Naz Derwîş
Ezîma Derwîş
Nalîn Elî
Çîdem Ebdî

Siwarê Hespa :
Mela Tacdîn
Hemo Esaf
Hemdan Esaf
Rênas Remdan

Spasî Ji bo ..
Gundên Herêma Koçera
Û bi tayîbet Gundê bestasus
Navenda Diclê Ya hunerê
Û çi kesên kû bi me re bûn alîkar


Dema war û warkoz kerî û guhor dikevin li ber talanan, li eniyên navdanê tenê camêr bi cengawerî diçin çeperên mirinê û çavên wan naşkin. Teresbavino îro li meydanê bikin cirîdan, cara bê em ê we bixin qoşma simên hespên van egîdan


Pargîn dezgeheke berhevkirin û belgekirina kelepûr, kevneşopî û serhatiyên pêşiyan e Pargîn di navbera gundê Tepkê û Bestasûs de ye li herêma Koçeran-Rojavayê Kurdistanê.


Pargin: Analysis and preservation of Rojava heritage Pargin center in Koceran region / Rojava .


Rêveberîya Social Media: ‪@DelilXalidOfficial‬
ALL RIGHTS RESERVED ( PARGÎN ) © 2022

Social Media:
▸YouTube:   / @pargin5550  
▸ Facebook:   / parginrojava  
▸ instagram:   / parginrojava  
▸ Twitter:   / parginarojava  
▸ Telegram: https://www.t.me/parginrojava


---------Gotin---------
Siwaro
 
Ey lo siwaro ma tu bû stêra va egîda êêêê
Şefaqê xwe dabû şelîtê kunê mezin, zeraqê xwe dabû konan û va çîta xweşmêr mala babê min nemane lewma qelsemêr hespê wan dide ber cidîda li minê
Ey la hayê sed car li min hayê sê sed qeda û bela bikeve tor û bextê vê dinyayê êê yeman
------------------------------------------------------
Ey lo siwaro berî sed cara li min berî siwarek tê canîya wî reş e weke tenî ev siwar çiqas bi şîr û mertalê xwe ra dikenî siwaro lewma te namîs nekir mi evdalê Xudê heram be ji îro pê de guhar û benî li minê eva siwara siwar şeqandin eva kihêla qeyd û merbetê xwe qetandên eva kumêda şînboz westandin ebabelekan eba li zendê zer walandin eva xweşmêran cotê qerezîv dermanca li paxilê hev teqandên mertalê zêr û zîvî ser serê hev firandin hingê min zanîbû xweşmêr mala babê min nemane lewma meydana şengesiwarê min jê standin
------------------------------------------------------
Ey lo siwaro min evdalê Xudê hatibû rojika înê xortik û cahilê me ne li mal in kalemêra digot em biçinê li minê hingê min zanîbû birîna şengesiwarê min ne ya xêrê ye lewma kurma girtibû devê vê birînê yeman
------------------------------------------------------
Ey lo siwaro min evdalê Xudê hatibû selefek siwarê bergîra vê sibê darijîyane li meydanê.. yê kihêla girtibû çar teref e xweşmêr mala babê min nemane pey şengeswarê min evdalê Xudê dikin girran û gef e li minê
------------------------------------------------------
Ey lo siwaro vê sibê tu bû stêra va egîda şefaqê xwe dabû şelîtê kunê mezin zeraqê xwe dabû konan û çîta.. xweşmêr mala babê min nemane lewma qelsemêr dikine de'wa cîya li minê ey la hayê sed car li min hayê sê sed qeda û bela bikeve tor û bextê vê dinyayê yeman

Комментарии

Информация по комментариям в разработке