Qesra Haco li Midyada Bakurê Kurdistanê

Описание к видео Qesra Haco li Midyada Bakurê Kurdistanê

Fîçer - Yek ji qesr ango koşkên herî diyar li bajarê Midyadê yê Bakurê Kurdistanê ye. Di sala 1880 de ev koşk bû navenda peydabûna êrîşa Kurdên vê deverê li ser Dewleta Osmanî. Qesr xasma li gundê Mizîzexê yê Midyaya parêzgeha Merdînê cih digire.

Qesr ji aliyê Hacoyê yekem ve hatiye avakirin. Wê çaxê ji aliyê topxaneya Osmaniyan ve hat bombekirin. Gelek ziyan dît, lê topan nikarîbû koşkê hilweşînin.

Elî Batê ku yek ji biraziyên Haco ye, dibêje: "Dema şerê Osmaniyan dest pê kir, Hacoyê duyem di zikê dayika xwe de şeş mehî bû û piştî mirina bavê xwe xwe hate ser rûyê dinyayê."

Zîver Haco ku yek ji neviyên Haco ye, dibêje: "Di vî şerî de qesrê gelek ziyan dît. Piştî ku di sala 1951ê de efûyek hat derxistin, kurekî mamê min vegeriya û careke din koşk nû kir. Niha dîsa pêwîstiya koşkê bi nûjenkirinê heye û nîvê wê hatiye nûjenkirin."

#QESR #Kosk #Kurds #Midyad #Merdin

Комментарии

Информация по комментариям в разработке