Daxuyaniya Destpêkirina Operasyona “Ewlehiya Domdar”

Описание к видео Daxuyaniya Destpêkirina Operasyona “Ewlehiya Domdar”

Zêdetirî salekê ye tevger û êrîşên terorî yên DAÎŞ’ê li kampa Holê û derûdora wê, bi taybetî jî li gundewarên başûr û bakurê bajêr zêde bûne. Ev şaneyên terorî gelek êrîşên hovane li dijî şêniyên kampê û Hêzên Ewlekariya Hundurîn pêk anîn û plan dikirin êrîşên cuda ku di demên borî de ji aliyê hêzên me ve hatin têkbirin û endamên wan şaneyan hatin girtin, hewldan li seranserî herêmê pêk bînin.
Li hemberî van plan û êrîşan hêzên me yên ewlekarî û parastinê gelek çalakiyên pêş wext pêk anîn û bi domdarî zext li van şaneyên terorî kirin da ku tevger û xebatên wan asteng bikin. Li ser vê bingehê gelek encamên erênî hatin bidest xistin. Bi vê re gelek êrîşên terorî yên mezin, şane û berpirsên wan hatin bê bandorkirin û nekarîn armancên xwe yên têkbirina ewlehî û aramiya heremê pêk bînin.
Kampa Holê û zindanên ku endamên rêxistina DAÎŞ’ê di nava xwe de dihewînin, ji bo rêxistina terorî xwedî girîngiyeke mezine. Ji ber wê di dema borî de gelek caran hewldan xwe bighînin kampê û şaneyên xwe bixin tevgerê. Herêmên Çolî û dûr yên derdora bajarê Hol û Şedadê bûbû navenda rêveçûna çalakiyên terorî ku plan dikirin ji van deveran êrîşê kamp û zindanan bikin. Hemwextî van planan, tevgera şaneyên terorî di nava kampê de zêde bûn û gelek caran hewl dan ku fîrar bikin û aloziyê di nava feyzên kampê de çêkin da ku lêhûrbûna hêzên ewlekariyê ku berpirsên kampê ne belav bikin.
Di dema ku cîhan bi şerên cihêreng ên Rojhilata Navîn re mijûle, gûmana ji nûve vegera rêxistina DAÎŞ’ê rastiyeke û divê em li hemberî wê rawestin. Bi taybetî herêmên çolê yên dûr ku DAÎŞ ji bo xwe weke stargeh bikar tîne. Bi van êrîşan armanc dike ku endamên xwe bighîne malbatên wan da ku ji nûve wan çalak bike. Sala borî gelek hewldanên xwe gihandina kampa Holê û zindanên girtiyên DAÎŞ’ê yên bakur-rojhilatê Sûrî hatin tomar kirin. Endamên rêxistina terorî van baregehan weke armancên sereke û stratejîk ji bo şaneyên xwe dibîne, her wiha weke amûreke sereke ya propagandayê bi awayek xurt bikar tîne.
Li hemberî van hewldanan, hêzên me bi awayek dilsoz û pispor nêzî planên şaneyên terorê bûn û her demê tekez kirin ku ew amade ne da ku şaneyên DAÎŞ’ê ji holê rakin û çavkaniyên terorê zûha bikin.
Weke dewamiya têkoşîna me ya domdar û bi piştgiriya hêzên Koalîsyona Navnetewî îro em pêngava “Ewlehiya Domdar” radighînin. Operasyona me bi armanca kontrolkirina kampa Holê û derûberên wê, her wiha ji bo li bermahiyên DAÎŞ bigere û hevkarên wê zevt bike. Wê ev operasyona me kampa Holê û gundewarên wê ji terora DAÎŞ paqij bike û ewlehiya vê herêmê pêk bîne.
Ev operasyon li ser bingehê agahî û mukurhatinên endamên DAÎŞ’ê ku beriya niha bi demekê hatibûn girtin hate destpê kirin. Ev agahî dest nîşan dikin ku şaneyên terorî yên DAÎŞ’ê careke din li herêmên çolistanê çalak bûne û planên êrîşên nû dikin. Di dîroka 26’ê Îlonê dewriyeke Hêzên Ewlekariya Hundurîn li ser riya Hol-Şedadê rastî êrîşeke xedar hatin û di encamê de 3 endamên asayîşê şehîd bûn. Ev êrîş careke din bi bîra mirov dixe ku terora DAÎŞ’ê hê jî xeterî li ser herêmê ava dike û destnîşan dike ku teqez divê em operasyoneke giştî û berfireh li dijî van şaneyên terorê pêk bînin û wan têk bibin.
Li ser vê bingehê hêzên operasyona “Ewlehiya Domdar” ku ji Yekîneyên Parastina Jin YPJ, Hêzên Sûriya Demokratîk QSD û Hêzên Ewlekariya Hundurîn pêk tê, tekez dike ku ew bi israre bi awayek xurt li hember van şaneyên terorî raweste û operasyonê bi awayek serkeftî bi encam bike da ku herêmê ji her awayî hewldanên têkbirina aramî û ewlehiya herêmê biparêze.

Odeya Operasyona “Ewlehiya Domdar”
6 Mijdar 2024

Комментарии

Информация по комментариям в разработке