#ENCAM

Описание к видео #ENCAM

ENCAM BI HEYBETE
Ey Amed
Keleha berxwedanê
Warê mêrxas û êgîda
Ma ne tu bû bi sedsala
Li hemberî zilmê te serî ne tewand
Gelek şer li ser axa te hatin kirin
Û gelek netewa xwe li ser axa te afirandin
Lê te qet, tiştek ji bedewîya xwe wenda nekir Dijle hîna weke kezîyek honandî ye
Sûr hîna weke bûka xemilandî ye
Û îro disa ciwanên xaka pîroz
Bi lehengî şer dikin
Li hemberî zilma sedsala
Doh ji bo bircên te şer kir
Şex Saidê kal û rêhevalê xwe
Îro jî nêvîyên wî
Çiyagerê leheng û Raperîna çeleng
Şer dikin ji bo te…
Te çawa doh çong dananî
Îro disa çong dênêne
Binêre çi xort û keçên çeleng
Di bin sîya gule û fîşeka de
Şerê hebûn û tune bûnê dikin
Û ne îxaneta doh ne jî a îro
Nikare vê berxwedanê têk bive
Hîleyên ku doh hatin kirin
Îro nikarin bên kirin
Ji ber ku gotina serkeftinê
Ji zûde hatîye kirin.
“Çi dibe bera bibe wê encam
bi heybet be”...
Ferzan Roj

Комментарии

Информация по комментариям в разработке