Dembaş gelî mêvanên delal, Ji bo pêşxistina kenala min a YouTubeê hûn dikarin bibin endam û alîkarî bidin. / Merhaba sevgili misafirler, YouTube kanalımın gelişmesi için üye olup destek sunabilirsiniz:
https://buymeacoffee.com/selimtemo
Ayrıcalıklardan yararlanmak için bu kanala katılın:
/ @selimtemoo
Dixwîne: Selîm Temo
Muzîk: Hakan ? ku bo "Şerê Terxan" a Delîl Dîlanarî amade kiriye.
Dîmen: Ji aliyê Şafiî Ergul ve hatiye amadekirin. / @mehmetsafiergul4415
KEŞTIYA BAYÊ
ji welatê şînê ber bi Cotmehê ve baskên perpisandî bûn min çi sermiyan hebe
tu dihatî ji nava refên kewên birîndar, di çavên te de xweliya şevbayê xemê
di sînga min de bêhna pizirkên zarokatiyê ku ti kes ne dermanê xwe bû
yek ji nişkê ve radibû, berçavka xwe dişikand, rûyê xwe dimerisand
asoya li pişt kolanan veşartî, gazî dikir ji deşteke bêserûbinî, dilîland
û wî bajarê bi zimanekî din honandî, qesta parsûyên min ên kêrkirî dikir
xizanî ku dînê evînê ye, li ber rawestgehan ji hev derdixist birû û bijangên me
tu dihatî, mîna ti kes ji ti kesî hez nekiribe mîna ti kes ji ti kesî ji ti kesî
min hestek dimeyand ku jê re bêjim evîn mîna şemamoka dardekirî xemgîn
kolanên Anqerê tije dibûn bi Ezirgana te û kefa destê min bi ramûsanên te
Alawiyên şevê bûn em, qulingên demê bûn; me ti fikarek tine bû ji rojê
te stran digotin bi Kirmanckiya xwe ya fireh, çerx û sema digeriya li dor porê te
kûrahiyek, avek, xewnerojek û li şûna simbêlên min bîranînên kitanî
çi dibêjin, belkî tiştekî nabêjin bo xortaniya min a bi du zermemikên te xwîdayî
ji bo xatirê qehweyan û parkan here bibîne wê jûra bi pênûsa min beriqî
bibîne ku çi miriyekî çeleng bûm, teliyayî li ber tîrên gewrebozan
qîzînên serdevraketî, bulwarên sterîl; kevnefeodalîteya liberşevêketî
şaşiya bi kevnehavînekê re paldayî; ku eşq jiyan bû bo min, lê telefat li cem te
niha çi bikim çavikek li dolabeke şikestî nayê, dûkela çermê te li ser lêvan
êvar bihesibîne çûyîna ewran berê min her li kû be, bêje çûyîn çi peyveke dirêj e
bêje tûşî tiştan bûm, bi gellek tiştan dizanim, gellekî cemidîm piştî xewnê
bi rikeke demode di orkestraya qerebalixê de kemaneke jiheddêxwederketî
lê ax nîne ji dilpakiyê zêde min ‘ebayek, bi min re diaxive şûna birîna min jî
navê min bibihîze gava dergistiyan dem dizîn bi navranên xwe yên qurifokî
bizanibe dilê min bar e li ser dilê min, ku çi mêr bûm gava peyvên te radiketin
te ji hemû şibakan li min dinihêrî, min birînek bi bîr dianî nizanim di sînga kê de
ketî bûm -meêşîne siya çûkên êşiyayî jî-, min xerîbiya xwe dikir li kuncê demê
ne hatina şevê bûm ez, ne sotina gulê bûm, mehrûm û qewirî ji paxila derfetekê
ji şerbikên çembilşikestî diçirûsî olana şevê, straneke zîz li pey trênê dixulxulî
weke yekê sebra xwe bi aşkirinê nayne qurre bûm, ax çûyîn çiqas li min tê
li pey şopa derwêşên hevçerx dibînim ku têr e ax ji xortaniya min a seridî
ji qulingên malên tarî, ji kujînekên qeşemgirtî hatim bi ser şanikên te ve
tu nizanî ey evîn, çawa li destê te dipirsîn peyivên ji kevnedastanan pengizî
bayê geliyên dûr li ser eniya min dileyîst, dizûriya leylana asoyeke gilover
li dora min hevalên kuştî û dayox, ax ku Kurdînî nifira sedsala zikreş bû êdî
ka bêje çi bû ya ji lêvên te nebarî, ma min jî evînek nebe piştî saxmayînekê
xayîs, xeterok û dilmayî me, nizanim çi me li kolanên gewr ên bajarên radayî
man di dilê çûkekî de tiştên te nedayî min ku dilekî sar û ava li hevrazê aşekî bûn
nîvco me, neyarê xwe me, li pey şopa xwe me ku ji xwîna şirikî dinasim
dipale şeveke ji şevanî paştir gava xewnekê dibînim di xewna xwe de
dipelişe rabirdûyek li pey min mîna hespên serberdayî nedîtî nebînayî
kulmalê mala xwe me, salixdana çîroka xwe me ku wa ji bîr dikî li deverekê
gava pel ên dîroka çongan dinivîsin li ber derazînka demsalê serî tewandin
rabe bide nava qehweyan, tê kevneminekê bibînî di hinava dûxana zelal de
kovana xwe tamîşkî, kesera xwe ji rêzê, rûyê xwe bi gûzanên ko qeşartî
a ji kufik û peykerên ecêb mayî; navekî xwe tine li ber destarê şînê -ku
ne bajarê min bû, piştî her şikestinê vedigeriyam ser sê prensîbên şoreşê:
bide pey a zehmettir, berpala xwe li ti deverê xweş neke û biqere here!
Keştiya Bayê, çapa 4. Weşanên Dara, r. 44-47.
Информация по комментариям в разработке