Dengbej Cemil Horo جميل هورو 1934- 1989 Kurdish Documentary

Описание к видео Dengbej Cemil Horo جميل هورو 1934- 1989 Kurdish Documentary

Cemîl Horo ( 10ê adarê, 1934 Serîncek, Efrîn - m. 19ê îlonê, 1989) dengbêjekî kurd e.

Jiyan
Carekê rojhilatnasekî li sêr Kurdan gotiye: Her Kurdek dengbêjek e . Lê her dengbêjek nikare hêsr bibe û pelên dara zêtûnê biweşîne. Cemîlê Horo yek ji wan dengbêjan e ku dikare pelê dara zeytûnê biweşîne.

Cemîl Horo hunermendê Kurd ji herêma Efrînê, yek e ji wanên ku kezebê, ji qîra di riwê feleka bê ol de, rêş kirine. Heya roja ku wî, bi mirineke zêr, ji nav me barkir jî, banga wî ew bû ku gulê wî ji bin mîlê rêş derînin û her ku ewê di ber goristana Henên rê dibore, dengê wî di kûraniya gorê de dibhîze û jê dixweze ku mîlê rêş ji sêr rakin . Lê ka em rê bidin jiyana wî û bihêlin bila ew ji me re biaxavî.

- Sê ziman nas dikirin : kurdî, tirkî, û erebî. - Bi avakirina Partî re, Cemîl dikeve xebatê. - Bendîxana Sûriyê çend cara dinase û êşkencekirinê jî tê de dibîne. - Hin stranên ku daketinî ser sêlikan:

Memê Alan, Feteh beg, Ûsibî Şer, Xana Dinê, Eyşa Îbê, Cebelî, Xemê Zalim, Tosino, Wey lawo, Xezala Menda, Lo bavo, Naylecan.

Di çûna xwe ya Tirkiyê de Eyşe şanê dibîne û bi Kemal Ûrgun re, hersêk sêlikekê derdixînin. Strana wan a navdar a Memê Alan e.

Di 2.7.1972 - yan de, mehrêcana Sûq el-Întac çê dibe, Cemîl digel hinek hunermendên Kurd wekî Selah Resûl û Seîdko tê de beşdar dibin. Cemîl Horo di gelek ciyên dinê de vexwendiyê mehrecana ye.

Sala 1989, Cemîl Horo çav dane hev û li Gorristana Henên hatiye veşartin, goristana ku Nûrî Dêrsimî lê.

Cemîl Horo, Dilbirîn :

Navê Dilbirîn, wa diyar e piştî kuştina lêw, sernavê Dilbirîn bi ser ketiye ; yan wî zêde kiriye, yan dosta bi ser ve xistiye. Wek tê xuyan, wî bi xwe ew nave bi ser xwe xistiye.

Jiyna Cemîl Horo ji vê pir pir firehtir e ; ji dost û hevalên Cemîl tê xwestin ku bi hûrgilî çêrê bibinê.

Cîgerxwînê şahreza xwedanê dîkê Xerza

Ew çêroka te gotî û bi peran firotî

Li ser elok û qaza li Ferza û li Zaza

Serî qebrê hejandî dilê me pir melandî

Bi dev bûye Cîgerxwîn bi dil bûye xem revîn

Dîkê pêşî me naskir dîkê paşî xwe naskir

Dîkê pêşî Hemîde ê dudiwan Reşîde

Tu mayî dîkê paşî bi ritba xwe a yozbaşî

Yozbaşî xewaran leşker daye neyaran

Binir ku yed-bere wîsayete ne xebere

Reş-belekên te danîn ji bo te bibe zanîn

Çendî şairî Kurdî hebin bi rastî û rindî

Dulabê te gerandin çavên wan te şikandin

Rastî û tu ronî başî bike şonî

Serê me bête hildan em jî bibin ji kurdan.

Û weke me dît ku, ewî li Tirkiyê hinek sêlik tomarkiribûn, ew jî evin:

1- Bedev, “Bedew” can.

Salih bey, “beg”.

2- Lo lavo, “lo lawo”.

3- Mem û Zîn.

4- Teyar axa.

Û dengbêjên ku Cemîl Horo li ewan guhdarî dikir jî, ev bûn; Mihemed Şêxo, M. T. Tahir, T. Taha, Neşet Artaş, Nûrî Sûsigûzel û li evê dawiyê Şivan.

Mirina wî
Di dawiya jiyana xwe de û li bajarê Helebê, Çayxaneyek vekir, lê gava bihîst ku, kesên derdora ewî li ser dibêjin ku: “Cemîl Horo, piştî evî temenî dest bi karê pîs kirîye”. Ew çayxane firot û li gundê Tislorê, nêzîkî Cindirêsê baxçeyekî hinaran dikire, lê gelek jar û tengasî dibîne û dihêle ku, ji nuh ve, vegere karê darteşiyê.

Û ji ber jiyana reş, gelek nexweşî pê re çêdibin; wek derdê şêkir û telkê û di rojên wi yên dawî de jî û piştî ku, bijîşk jê re dibêjin: kevir pê re çêbûye, zikê ewî diqelêşin. Lê dertê ku, kezeba reş werimiye û ew dihêle ku, Cemîl navekî xasmayî li nexweşiya xwe bike; di bin navê “kula leklekê” de bi nav dike û wilo nesax dikeve nav nivînan. Û birîna ewî hîne neketibû hev, ew diçe dikana darteşiyê; da ku nanê zarokan peyda bike û pir caran devê birînê ji hev dibe û çilpikên xwînê, di cilên wî re, gulgulî, serî hildidin. Nemaze demên ku, bi zikê xwe li daran zor dikir; da ku ewana bide ber bêçixiyê.

Di rojekê de, ew bi carekê ji hev dikeve û ewî radikin bajarê Helebê. Di ewê demê de û weke me dît, ewî mala xwe anîbî Cindirêsê. Wî dibin nexweşxana Ibin Rişd, li wir û di kata (9,30) neh û nîvan de, di êvara Pêncşemê de (19-9-1989) an de, cara dawiyê çavan dide hev û dilê germ disekine û ewî tînin, da ku, di goristana Henên de, nêzîkî gundê Meşalê û avîngeha Kefircenê, dûrî Efrîn ê bi (8) k. m. û digel nemirê Kurd ê din; Nûrî Dêrsimî, veşêrin.

Ji qeşmeriyên jiyanê, meleyê mizgefta Cindirêsê, ewî naşo, bi sedemên ku; “ew yekî dengbêj û mey vexwar bû” û piştî ewî dişon û dixwazin rakin, mixabin; du pereyan-qurişan di mala wî de nabînin, da ku, karibin pê veşêrin û bi bêşkirina hin kesan, ewî dighînin mala wiya reş û sar.

Gotina Dawî
Ji berî ku cara dawî, çavan bide hev, ji kurê xweyî mezin re dibêje: eger ku, rojekê Kurdistan avabû; Kurdistaneke azad û serbixwe, divê tu digel hunermend, şair û sema û lîliyan, werê ber seriyê min û bêjî min: dê rabe.. rabe.. raa.. aabee”.
[© 2023][ HSMC Copyright Holders and Music Production Company TC IST & DE BO ] ‪@hsmc.music.company‬

Комментарии

Информация по комментариям в разработке