Baz hilferî çûye jor,
Çend kevjalan xwe da dor,
Gava bû toz û dûman,
Wan kevjalan xwe berdan.
Dilbitirs û ah û zar,
Ji banî ve hatin xwar.
Ew kevjalên bêserî,
Ketin golek tev herî.
Dexsa bazê pehlewan,
Ji nû kete dilê wan.
Berê xwe dane efraz,
Da ko tif kin riwê baz.
Bazî bilind difirî,
Tif li wana vegerî.
Ew kevjalên ne kirkêr,
Berê xwe dane cem şêr.
[Interlude Pre-chorus]
Go: Ey şêrê serfiraz!
Em hatine gilyê baz.
Tu wî şahê bej û av,
Wî ji ber te girtî nav!
Li her derê digerî,
Çima tu jî nafirî.
Şêrê hovê kevnepîr
Go; Ka bêjin çi tedbîr?
Em jî herin ser çîyan,
Paşê bibin pehlewan
Çûne serê lat û gaz,
Dîn hêlani teyrê baz.
Şêr go: Bazê terîrim
Ez ê çawa bifirim?
Go: Ezbenî du sê car,
Xwe ji jor de berde xwar
Wan kevjalên li pey xwe,
Têxe nava lepê xwe.
Gava ji jor ve tê xwar,
Da ko nebî tar û mar
Ew kevjalên bê serî,
Zor dane qîr û girî.
Em nikarin bifirin,
Em dixwazin vegerin.
Şêrê kevn ê sermezin,
Go: Hûn çima digazin?
Çi ne ev lat û zinar,
Em ê niha herin xwar.
Ketin nava lepê şêr,
Go xwe bigrin weke mêr.
Wan dil bi kul û derdan,
Ji banî ve xwe berdan
Di ser hev re weke çerx,
Ketin xwarê bûne kerx.
Teyr û tilûrên goştxwer,
Bi nikulan ketin ser.
Ew kevjalên belengaz,
Çawa karin bibin baz?
Xwîna xelkê dimijin,
Şêra bi xwe re dikujin.
Ey dilreşê çavnebar!
Bi şêra re mebe yar.
Bê xurtîya dil û baz,
Tu car nabî serfiraz
Bi wî dilê kul û kor,
Nabî herî ber bi jor.
Çavnebar û bêdaxwaz,
Eger tif kî riwê baz,
Tifa te ey dilgemar!
Li ser çavên te tê xwar.
Ev gotina Cegerxwîn
Rast e, mebên bûye dîn.
Информация по комментариям в разработке