Zeyad Brûsk - Bagerê min.mp4

Описание к видео Zeyad Brûsk - Bagerê min.mp4

BAGERÊ MIN
Te dipirsim ji mêrg û zozanên Ferasînê
dibêje;hey can...
ma ne ew zarokê min bû
di paxila min de za û mezin bû
mîna berxeke biharê zirav û porhene
herin temase bikin
hîna jî dewsa lîstikên wî mane
li ser rûcikê kanîkê min ê sar.
lê ez ci bikim lawiko
ji min re nebû yar,
wekî bazekî hêlîna wî nedîyar
fir da û cû ji nav lepê min ê evdalê
bagerê min bû cûkek ji cûkên demsalê.
te dipirsim ji tax û kolanên Colamêrgê
dibêje; hey loo...
ma ne ew ciwanê min bû
ez bas dizanim ka ci birîneke kûr dil pêcabû,
mîna Cembelîyê Mîr û Sêxê Sen'an
herin guhdarî bikin
nav û dengê evîna wî digeriya li Cizîra Botan
lê ez ci bikim ciwano
carekê bûbû hevparê hizrên Ahmedê Xanê
derdê giran aramî ci ye nedizanî
lewma bergehê xwe kiribû ciya û banî
meşîya û çû li ber dilê min ê kovan
bagerê min bû çîrokek ji çîrokên şevan.
te dipirsim ji gelî û newalên çiyayê Simbilê
dibêje;hey wax...
ma ne ew şervanê min bû
mîna pilingekî jîr û aza
erd kir doşek esman lihêf
li ser sîng û berê min raza.
ji ber vê ye zinar û lat,gir û ber
tev de dinasin hevalê'm Bager.
ma ez ji we re çi bejim...
gelek evîndarê min hebûn wek Bager
her yek jî ketibû vê bengiya bêveger
mirîd û derwêş û hawarî bûn
ji bo niştiman can gorî bûn
lewma ne pirsin gelî birano,nepirsin!
ew jî yek ji wan bû şervanê rê-dûr
milîtanê rojhilat
dildarê bakûr
bi xumexum diherikî wek ava Xabûr
geh li ba min bû geh qetand sînor
xebat dikir têkoşer bû li nav gerîlan
geh li Zagrosan bû geh li Behdînan.
ew wek gulek bû vekir adarê
bû bayekî hênik li her êvarê
lê ez çi bikim hevalno,ez çi bikim.
Zerya îlonê li payîza kor
tofanek qetîya li deşta mêrge sor
axê ramûsand xwîna egîdan
Bagerê min gihîşt refê şehîdan...

ZEYAT BIRÛSK

Комментарии

Информация по комментариям в разработке