Hecî Elkerîm - Bavê Kemal Siwarê Cerdê

Описание к видео Hecî Elkerîm - Bavê Kemal Siwarê Cerdê

Hecî Elkerîm, kilama "Bavê Kemal Siwarê Cerdê" dibêje. Mijara kilam li ser wefata Reşîd Begê ye. Kilam bi bûyarên ku paşê diqewimin didome.
Tê zanîn ku Reşîd Beg, ji ber dilrawestinê diçe ser dilovanîya xwe.

Lê hê di germîya bûyarê de hinek şik û şûfên xelqê, li ser Bedirê Îsa Begê tê xeberdan. Ev kes, mezinê Tirkê terekeme yên li Dutaxê ne. Ji ber ku ev şik û şûkên li ser hatîye gotin betal nake û ji ser xwe navêje, Xalis Beg û malbat aciz dibin û wek dujmin tê biwatedikin.

Bûyar li ser girek Dutaxê, li nêzî gundê Gultepe diqewime. Herd kesên ku wênê de dixwîyên, Mihemedê Evdilxenî û Mahirê Temo ne û di pêkhatina bûyar de li cem Kemal Beg bûne. Dengbêj behsa Mihemedê Evdilxenî nake. Heye ku nizanbûye.

Dengbêj di kilam de gelek tiştan biqaydê xwe gotî ye. Gelek gotin û lihevanînên wek "manyato û cereyan", "destgirêdan" berhem û lêzêdekirina dengbêj bixwe ye. Jixwe bûyar li Nedeşêxê nebû ye û navê hespê Kemal Beg jî "aloş" bûye. Lêhevanîn û sergirêdanên serpêhatîyan bi qasî zanîna dengbêj e. Ev jî qaîde û qanûnên hunera dengbêjîya Kurmanca ne.
Hecî Elkerîm dengbêjek ji Panosê ye û gelek kilamên xwe li ser cumaeta Kurmanca heye.
#dengbêj #agirî #ağri #elmecidbeg #evdilmecitbeg #!abdülmecitbey #şerêûris #rusişgali #xalisbeg #dengbêjşakirêqopê #şakiro #reşidbeg #reşitbey #dengbêjhecîelkerim #halisöztürk #dengbêjnûroyêmeter #nuroyêmeter #meter #zorava #kilam #kurdî #kürtçe #kürtçemüzik

Комментарии

Информация по комментариям в разработке