Mehmed Uzun - Bir Dünya Edebiyat

Описание к видео Mehmed Uzun - Bir Dünya Edebiyat

(1953-2007) nivîskarê pirzimanî, pirçandî û wergêr. Di sala 1953'an de li Sêwrega Rihayê hatiye dinê. Wî çîrokbêjiya Kurdî ya qedîm bi zimanê nivîskî li hev anî û bi vî awayî hem ji zimanê Kurdî re û hem jî ji Çand û Hunera Mezopotamyayê re xizmeteke mezin kir û herweha bû yek ji hîmê edebiyata kurdî ya modern. Piştî Muxtiraya 12'ê Adarê bi hincetên siyasî hat hepiskirin. Di Girtîgeha Leşkerî ya Amedê de bi beralîkirin û şîretên Mûsa Anter bala xwe bêhtir da ser zimanê bav û kalan. Di 1974'an de bi hevkariya heval û derdora xwe, Weşanxaneya Komalê ava kirin. Dema ew Rêvebirê Weşanê yê Giştî yê Kovara Rizgariyê bû, ji ber nivîsên xwe careke din hat girtin û hê di pêvajoya darizandinê de bû, wekî koçberekî çû li Swêdê bi cih bû. Di 1981'î de ji ber nivîsên xwe yên li ser girtina Sendîkaya Nivîskaran a Tirkiyê û hepiskirina nivîskaran a piştî derbeyê, ji hemwelatiya Tirkiyê hat biderxistin. Ji wê û bi şûn de li sirgûniyê ma. Di sala 2006'an de vegeriya welêt.

Piştî ku li Swêdê bi cih bû û hingê di rojnameyên wekî Dagens Nyheter û Aftonbladet'ê, di kovara edebî ya bi navê 90-tal de, Rizgariya Kurdistan, Kurdistan Press, Kurmancî, Berbang û di kovara Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, Hêvî de, nivîsandina xwe domand. Bi navê mustear ê M. Ferzend Baran helbest û nivîsar nivîsandin. Endametiya Lijneya Rêvebiriya Yekîtiya Nivîskarên Swêdê kir û paşê di Klûba PEN a Navneteweyî û ya Swêdê de cih girt û bi awayekî çalak xebitî. Herweha ew, Endamê Yekîtiya Rojnamegerên Swêdê û Cîhanê bû. Di avakirina PEN a Kurd de wî kedeke mezin da. Di nav gelek xebat û afirînên xwe de, wî donzdeh berhem bi kurdî, yên din jî bi tirkî û swêdî nivîsandin. Hemû berhemên wî –hema çi bigire– di serî de zimanên wekî îngilîzî, fransizî, tirkî, swêdî, farisî, alemanî û hwd, li bîst zimanên cîhanê hatin wergerandin.

Ji ber pirtûkên xwe yên bi navên, "Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê, 1998" û "Nar Çiçekleri, 1996" di bihara sala 2001'î de li Tirkiyê hat darizandin, lê ber'et bû. Bi dû re, çapkirin û weşandina pirtûkên wî yên bi navên "Bir Dil Yaratmak" û "Destpêka Edebiyata Kurdî" hatin qedexekirin. Heman salê, Yekîtiya Weşangerên Tirkiyê, xelata ku her sal dida, ya bi navê "Xelata Raman û Ravekirinê" û ji ber ked û xebata wî ya pêşvebirina romanê, Enstîtuya Kurdî ya Berlînê "Xelata Edebiyatê" danê. Ji ber helwesta wî ya di warê azadiya edebiyat û gotinê de, wî xelata herî girîng û bi prestîj a Skandînavyayê "Torgny Segerstedt" a bi navê "Xelata Pênûsa Azadiyê" û di sala 2002'yan de, ji bo keda ku di ber çanda Swêd de daye, xelata Akademiya Swêd a bi navê "Xelata Erik Lundeberg" stand. Di sala 2005'an de xelata rûmetê ya Herêma Kurdistan a Iraqê û xelata rûmetê ya Şaredariyên Diyarbekirê stand. Di 11'ê cotmeha 2007'an de, ji ber nexweşiya penceşêra mîdê, li Diyarbekirê wefat kir.

Berhemên Mehmed Uzun ên çapkirî:

TU, Roman, 1985; Mirina Kalekî Rind, Roman, 1987; Siya Evînê, Roman, 1989; Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê, Roman, 1991; Destpêka Edebiyata Kurdî, Lêkolîn, 1992; Hêz û Bedewiya Pênûsê, Pexşan, 1993; Mirina Egîdekî, Destan-Zêmar, 1993; Världen i Sverige (Li Swêdê), Antolojî, digel Madeleine Grivê, 1995; Antolojiya Edebiyata Kurdî, Antolojî, 1995; Bîra Qederê, Roman, 1995; Nar Çiçekleri, Pexşan, 1996; Ziman û Roman, Hevpeyvîn, 1997; Bir Dil Yaratmak, Hevpeyvîn, 1997; Dengbêjlerim, Pexşan, 1998; Ronî Mîna Evînê–Tarî Mîna Mirinê, Roman, 1998; Zincirlenmiş Zamanlar Zincirlenmiş Sözcükler, Pexşan, 2002; Hawara Dîcleyê, Roman, 2003; Ruhun Gökkuşağı, Vegotin, 2005; Küllerinden Doğan Dil ve Roman, Hevpeyvîn, 2005; Ölüm Meleği ile Randevu, Pexşan-Hevpeyvîn, 2007; Bir Romanın Hatıra Defteri, Rojnivîsk, 2007.
-
(1953-2007) Kürtçe sözlü hikâye anlatım geleneğini yazı diliyle harmanlayarak anadilin gelişimine ve Mezopotamya kültürlerinin görünür kılınmasına büyük katkı sunan çokdilli yazar ve çevirmen. 12 Mart Muhtırası'nın ardından politik nedenlerle tutuklanıp sevk edildiği Diyarbakır Askeri Cezaevi'nde Musa Anter'in yönlendirmesiyle anadili Kürtçeye ağırlık verdi. 1974 yılında arkadaş çevresiyle Komal Yayınevi'ni kurdu. Genel yayın yönetmenliğini yaptığı Rizgari (Kurtuluş) dergisinde kaleme aldığı yazılar nedeniyle tekrar tutuklandı ve yargılama süreci devam ederken siyasi mülteci olarak İsveç'e yerleşti. Türkiye Yazarlar Sendikası'nın 1980 Askeri Darbesi gerekçesiyle kapatılması ve yazarların tutuklanmasına ilişkin yazıları nedeniyle 1981 yılında Türkiye vatandaşlığından çıkarıldı. 2006 yılında ülkesine dönene kadar sürgünde yaşadı.

Комментарии

Информация по комментариям в разработке