Dengbêj Heqqê - Hêy Wayê

Описание к видео Dengbêj Heqqê - Hêy Wayê

Dengbêj Amedê kom bûn rêzêda kilamê xwe gotin. Dengbêjê me yî serhedê û Qersê Dengbêj Heqqê jî li nav vî komêda bû strana kilama Hêy Wayê got.

(Türkçe)
Dengbêjler Diyarbakırda toplandı sırasıyla ezgilerini okudular. Serhatlı ve Karslı Dengbêj olan Dengbêj Heqqê'de oradaydı. Hêy Wayê uzun havasını seslendirdi.

Gotina kilamê;
Lê lê gulê rebene ezê gulim;
Bê gula berqefayê
eman hêy wayê...ax we...
eman hêy wayê hê hê hê...

Lê lê gulê rebenê ez gulim
bê gula berqefayê hayê hayê
gelî bira were bala xwe bidê
payîze xelkê gulê xwe çinîne

gulamin ewdala xwedê ma qeya'ya asê
belanê bilind
ber sarê vê sermayê
servet bira tavikî berfê...

yekî baranê
yekî bayê hevra dayê...
hê hê...hay hay hayê...
eman hêy wayê hê hê...

bê zalimê tume tumû cara bibim hêy wayê
lê zalimê gencîya xweda
xwe vir şûnde venagere gerî nayê
lê heyla ê....

lê zalimê ezê tera tume tumû cara bibim hêy wayê
aqîbeta mi bi teva,
bû aqibeta Mem û Zîn,Hesen û Belqizayê
bê gidîno Ûsif û Zelixa yê

bê xwedao ez guneme bê rebîyo ez guneme
cimaet Resûlê Ekrem be rehmet jî te be
ne dêrise gunda qulo hayê hê hê...
can ewdê te me

lê lê gulê rebenê
mi tera nego ez gulim
gidî gelo gula ber zinarda
hêy wayê...ax wê... hayê hay hayê...

De lê gulê rebene ez gulim
gula ber zinarda
gelî bira were bala xwe bidê
payîze xelkê gulê xwe çinîne

gulamin ewdala xwedê ma qeya'ya asê
belanê bilind ser mida şandîye
melû xarda... hayê hayê
hela were bala xwe bide payîze

payîze were bala xwe bide
zenda kewa gozel gerimî
ber serî heramî merada
hustîyê wî xare
serî xortî di xelqêda

eman hêy wayê....
ax we.... ê...
hay hay hay ê....
eman hêy wayê hê hê...

bê xwedao ez gunme
rebîyo ez guneme
cimaet Resûlê Ekrem e.
rehmet ji te be
ne dirêsê gunda gulo hayê...
can ewdê teme...
way ê way ê...

Комментарии

Информация по комментариям в разработке