Mem Zînistanî - Haîku ji Tenehiya Kaw [Korona-Helbest 11]

Описание к видео Mem Zînistanî - Haîku ji Tenehiya Kaw [Korona-Helbest 11]

"Helbest Di Çaxê Koronayê De"

Bi korona-helbesta 11. em li pêşberî we ne. Îcar Mem Zînistanî hem behsa çîroka nivîskariya xwe dike hem jî ji bo we hindek haîkuyên xwe dixwîne. Werin em guh bidin çîrok û dengê Mem Zînistanî.

Mem Zînistanî - Haîku ji Tenehiya Kaw
Amadekar: Rênas Xendekî
Ji bo berdewamiya xebatên me ALÎKARÎ:   / helbestakurdi  


00:00 Destpêk
01:05 Behsa Nivîskariya Xwe Dike
02:32 Çima Haîku
03:56 Babetên Haîkuyên Mem Zînistanî
05:16 Haîkuya 18'an
05:39 Haîkuya 19'an
05:48 Haîkuya 20'an
05:55 Haîkuya 22'an
06:11 Haîkuya 24 û 25'an
06:32 Haîkuya 28, 29, 33, 31, 36'an
07:27 Haîkuya 38, 40, 46, 48, 50'an
08:42 Haîkuya 51, 53, 54, 57, 62'an
10:36 Haîkuya 72, 75, 77, 83, 88'an
11:56 Haîkuya 95, 111, 112'an
13:02 Xatirxwestin

18. Berê wê l'behrê
Esman sor, porê wê reş
Ro diçe ava

19. Kes ne gazin e
Li dora kaniya sar
Ji tava nîvro

20. Pêşa dêya xwe
Girtiye qîzka porkej
Ser tirba bavo

22. Wêje afirand
Xwe da yalîkî Xwedê
Qelem da Başo

24. Laçika jinikê
Peyama xef l'devê rê
Li çiqlê darê

25. Moriyên pîrkê
Diçûrisin hê, li ber
Gerdena dayê

28. Dengê dêrî hat
Veciniqî dayka min
Payîn e pîrtî

29. Li hewşa malê
Du valahiyên bêwext
Dê û bavê min

33. Sê zarokên min
Her yek gulek e li ser
Gorra bavê min

31. Çiyê serma kir
Qapûtê xwe lê wer kir
Fêrîkê Ûsiv

36. Daralînka har
Hilkişiya paca keçkê
Xweziya min lê

38. Kalê por şutî
Xeyalan diçêrîne
Li seyrangehê

40. Di ber ewran re
Pirpitîn wek nexwaşan
Tîrêjên tavê

46. Pal daye darê
Kilaman dimêjîne
Dengbêjekî kal

48. Çivîk firiya
Ji perwaza paceyê
Fîqa gardiyan

50. Çend sal kuta bûn
Her roj dikevî dilqê
Kêzika Kafka

51. Piştî baranê
Serê kulîlkekê fît
Ji axa tirbê

53. Ber siya darê
Şerê du kalemêran
Bi "Nehbelek"ê

54. Gede dilketî
Eksa neynikê li ser
Rûyê keçikê

57. Dara li bestê
Ewr di ser re diborin
Tenahiya kaw

62. Rojên Şemiyê
Laçika bêmorî l'serê
Gilîdaxê jî

72. Pal daye palê
Lêv li lêva bilûrê
Lorîna çolê

75. Mija vê sibê
Mîna devê 'hûtekî
Çiyê 'hûf dike

77. Bi hukmê tavê
Kumê çiyê revandye
Meha Avrêlê

83. Ewr kiriye kofî
Balexaneya qurre
Keçka bajarî

88. Sûravêlk li jêr
Roj diçe ava li jor
Erd û esman sor

95. J'kolmişkê fît bû
Seriyekî reş î çûk
Mişkê bêminet

111. Li qerexa çêm
Çima dikutkute, hoy!
Dilê te, beqê?

112. Masiyê hêsîr
Hewarî da kî gelo?
Liva axirîn

Warê Helbestê ©
"Asoya Helbesta Kurdî"

🌸 Silav! 🌸
Em koma Asoya Helbesta Kurdî bi qenalek nû li pêşiya we ne.
Ji vir pê de em ê helbestên nû ji vê qenala xwe belav bikin.

BIBE ABONE:
Asoya Helbesta Kurdî
➤    / asoyahelbestakurdî  

Warê Helbestê
➤ bit.ly/2XUJ5UM

VÎDYOYÊN HERÎ BAŞ
➤ bit.ly/3fiRA2I

MEDYA CIVAKÎ:
Twitter: ➤  / asoyahelbesta  
Facebook: ➤  / asoyahelbesta  
Instagram:➤  / asoyahelbesta  

Ji bo darîkirinê mala we ava.
Heke keyfa we jê re bê; biecibînin û bişopînin :)
Dema we xweş

Комментарии

Информация по комментариям в разработке