Belgesel - Dengbêj Mistefayê Xellê Heyran (2018)

Описание к видео Belgesel - Dengbêj Mistefayê Xellê Heyran (2018)

Mistefayê Xellê Heyran, dengbêjê kurdan yê herî welatparêz û afîrîner e. Ev bi salan e çavê me li rê bû ku televîzyoneke kurdan rabe, û li ser vî nerxê me yê giranbiha belgefîlmekê çêke, qenebe çend deqqeyan qala wî bikin. Lê, mixabim ku televîzyonên kurdan, belgefîlm çêkirin alîkî, hîç haya wan jî nirxekî wek Mistefayê Xellê Heyran tune ye. Bi kurt û kurmancî, me dît ku xêra vî çavî çavê din re tune, me got emê xwe Mistefayê xwe bidine naskirinê.


Bi ya dilê min, Mistefa hê li ser Evdalê Zeynikê re ye (hûn ku vîdeoyê temaşe bikin, hûnê baştir fêhm bikin ku ez çima wuha dibêjim).

Di vîdeoyê de jîyana Mistefa bi berfirehî cîh digire. Wekî din kilameke li ser kuştina Dengbêj dengbêj Ferzê, hevaltîya Ferzê û Şakiro, kuştina Ferzê, efsaneyên di derheqê dengê Mistefayê Çîftborî de, kilameke bi dengê şagirtê Mistefayê Xellê Heyran, Hecî Sêvdînê Remedana û h.w.d.

Evê vîdeoyê hefteyeke me hilda. Kêmasî hene, bila heval qisûrê nenêrin.

Kanalımızı beğenmeyi unutmayın: https://goo.gl/BAm9ap

Комментарии

Информация по комментариям в разработке