Ehmed Huseynî - Li Wir Bimîne (Ji bernameya Rojbaş Kurdistan) [Jêrenivîs]

Описание к видео Ehmed Huseynî - Li Wir Bimîne (Ji bernameya Rojbaş Kurdistan) [Jêrenivîs]

Ehmed Huseynî tevlî bernameya Rojbaş Kurdistanê bû ku li ser Stêrk TV'yê bi pêşkêşkariya Hêvî Nûjiyanê tête weşandin. Di bernameyê de helbesta xwe Li Wir Bimîne wek sê beş dixwîne, me ji bo we xiste yek parçe û jêrenivîsa wê amade kir. Em hêvî dikin bi dilê we be. Ji kerema xwe me bişopînin û belav bikin.

Ehmed Huseynî - Li Wir Bimîne
Çavkanî: Stêrk TV, Rojbaş Kurdistan, Hêvî Nûjiyanê @hêvînûjiyan ©
Bibe aboneyê qenala Hêvî Nûjiyanê:    / hÊvÎnÛjiyan  

li vir bimîne
keskê zeytûnê,
xuşîna serkaniyan
di dilê helbestê de biçîne
li wir bimîne
û xewna min ber bi axa sar ve bişîne

li wir bimîne
teşîrêsan hînî tîrêjên êşa min bike
û bi teşiyên bêhûdeyiyê xewnên min birêse
toza kenê xwe ji ser cama dilê min daweşîne
lê li wir bimîne
di nalenala peyvê de bimîne

li wir bimîne
da ku ruhê min li ber keviya lêvên te
bi azadî ji bo azadiyê bilîlîne
li wir bimîne
da ku darbesta li ser milên bagerê bi tenê nemîne
li wir bimîne
da ku dilê xwe derxînim
xwîna xwe bi navê te vêxînim
û nameyên evînê li ber lingên tirsa te raxînim

li wir bimîne
berî barana bêrîkirinê bibare
berî bager biskên te bibîne
li wir bimîne
min bi ser xwe de birijîne
û di ferhenga dilê min de bimîne

li wir bimîne
nameyên poşmaniya min bixwîne
dilê min veke û xwe tê de bibîne
ruhê min veke û ji min bistîne
helbesta min jî veke
û li goristanên vê Rojavayê bigerîne

li wir bimîne
hetanî ku hezkirina min ev e
bila dilê te ji min nemîne

*Deşîfrekirin: R. Xendekî (ji ber dengê wî)

Hûn bi xêr hatin qenala
"Warê Helbestê: Asoya Helbesta Kurdî"
Ev der dengê helbesta kurdî ye.

BIBE ABONE:
1 - Warê Helbestê
➤    / warê helbestê  

2 - Asoya Helbesta Kurdî
➤    / asoyahelbestakurdî  

Lîste: KORONA-HELBEST
➤    • "Helbest Di Çaxê Koronayê De" - Danasîn  

Lîste: VÎDYOYÊN HERÎ BAŞ
➤    • Vîdyoyên Herî Baş  

Lîste: HELBESTÊN KURDÎ
➤    • Helbestên Kurdî  

Lîste: DENGBÊJÎ
➤    • Dengbêjî  

MEDYA CIVAKÎ:
Twitter: ➤  / asoyahelbesta  
Facebook: ➤  / asoyahelbesta  
Instagram:➤  / asoyahelbesta  

Ji bo darîkirinê mala we ava.
Heke keyfa we jê re bê; biecibînin û bişopînin :)
Dema we xweş

Комментарии

Информация по комментариям в разработке