Ey Karker û Xebatkar - Şivan Perwer (The Collection-1- 1975)

Описание к видео Ey Karker û Xebatkar - Şivan Perwer (The Collection-1- 1975)

Ey Karker û Xebatkar - Şivan Perwer (The Collection-1- 1975)

Ev rengê biratî me nevê ger timî wa bin
Hevsarê me girêdayî bi kurtanê kera bin
Ew begler û axa ne emê jar û geda bin
Ew rêncberê dijmin in emê rêncberê wan bin…

Ey karker û xebatkar bes e dem hatiye rabin
Ta kengî emê karkerê axa û bega bin
Ta kengî emê hestiyê ber lingê seya bin
Ta kengî emê kole û rezîl û ruswa bin…

Çawa ko dizanim tu timî şerker û mêr î
Deng daye di Şerqê de bi xwe fêris û şêr î
Îro tu çima wer ga bi tirsok û newêr î
Perda gidiya ser xwe ve da da xwe veşêrî…

Ey karker û xebatkar bes e dem hatiye rabin… (Dîsgotin)

Gotin : Cegerxwîn
Awaz : Şivan Perwer


Şivan Perwer - Official Youtube Channel.
https://www.facebook.com/pg/sivanperw...
https://www.sivanperwer.org
https://itunes.apple.com/us/artist/si...
https://www.last.fm/de/music/%C5%9Eiv...

Комментарии

Информация по комментариям в разработке