Ey Şukrê Te - Ehmedê Xanî - Necat Zivingî (MEM Û ZÎN 2)

Описание к видео Ey Şukrê Te - Ehmedê Xanî - Necat Zivingî (MEM Û ZÎN 2)

Ji Destpêka "Mem û Zîn"ê

EY ŞUKRÊ TE

Ey şukrê te cewhera zebanî
Wey zîkrê te seyqela cenanî

Ey Wahid ê bê şerîk u yekta
Wey Wacid ê bê nezîr û hemta

Ey Baqî yê bê zewal u daîm
Wey Hadî yê bê fenayê qa'îm

Ey Xaliq ê erd û 'asîmanan
Wey Faliq ê cumle îns û canan

Mulk û melek û felek bi carek
Bî l-cumle te çêkîrîn tebarek

Şubhaneke kulle ma xeleqte
Ehsente fe-keyfe ma feleqte

...

Fi l-cumle çi ewwel û çi axir
El-qisse çi mu'mîn û çi kafir

Her yek ji te ra we bûne mezher
Ew renge di wan tu bûyî muzmer

Bê husn-i te nîne wan wucûdek
Bê nûr-i te nîne wan numûdek

Hikmet ew e batinî û zahir
Qudret ew e xaibî û hazir

Nîn in te teheyyuz u temekkun
Emma we di wan dikî tewettun

Goya hemî cismek in tu can î
Goya hemî şehrek in tu xan î

Husna te ye zîneta hebîban
Reşka te ye xîreta reqîban

Meyla te ye 'aşiqan dîkêşît
Derdê te ye dil ji ber diêşit

Şîrîn te kire şekir li Perwêz
Ferhad ji rengê eskê xwînrêz

Leyla te kire bela li Qeysî
Ramîn bi te ram bû li Weysî

Yûsif te çira numa-l Zuleyxa
Wamiq te kusa gihande 'Ezra

...

Sorgul te kirin ji xar peyda
Bilbil te kirin hezar şeyda

Xweşrengî te da giyayê sorgul
Xweşdengî te da newayê bulbul

...

Bê secde te ey cenabê me'bûd
Adem kire qiblegah û mescûd

...

Elqisse ji hikmeta te agâh
Ferdek me nedî tebareke l-lah

'Îrfantelebê di sahb îdrak
Derheqqê te gote "ma 'erefnak"

Xanî bi nezaniya xwe derheq
Gumrah bibit ne dûr e el-heq

Îlla ko meger mu'în Xweda bit
Ya rahîber ê wî Mustefa bit

Ya reb, tu bi heqqê Mustefa kî
Xanî bi xwe ra tu aşîna kî

Şêx Ehmedê XANÎ

Ferhengok:
Seyqel : Şayikkirin
Cenan : Dil
Numûdek : Xuyabunek
Teheyyuz : bi cîh bun
Temekkun : di mekanekê de sekinandin
Tewettun : ji xwe ra kirne cî u war; ye'nî di wan de xuya dibe
Esk : Hêsîrtî
Kusa : Çawa

Комментарии

Информация по комментариям в разработке