#Keda_helal_u_heram

Описание к видео #Keda_helal_u_heram

📌Gelî hevalên hêja ; Xweda rizqê her mirov û her heywanî ji berêde diyar kirîye û ji hev veqetandiye. Çawa ku dema mirinê û hejmara candaran teqez e, rizqê her mirovî jî teqez e. Xwarin qet naguhere. Ne kêm dibe û ne jî zêde dibe. Kes nikare rizqê kesekî din bixwe. Tu kes bê rizqê xwe namire.Heger mirovek çewa ku xweda jê re ferman dike bixebite û rizqê xwe bi helalî bigere, bê guman dê bigihîje wî rizqê xwe u ew rizq wê ji bo wî berhemdar be. Ji ber van xebatan jî xelatan distîne. Heger li cihên ku Xweda qedexe kiriye li rizqê xwe bigere, dê bigihîje wî rizqê xwe, lê belê ev rizq wê ji bo wî bêkêr û bêber be. Gunehên ku ji bo debara jiyana xwe dike, wî dikişîne nav felaketan. Çawa ku mirov li rizqê xwe digere, rizq jî li xwediyê xwe digere. Gelek feqîr hene ku ji dewlemendan çêtir û bextewartir dijîn. Xweda ji wan kesên ku jê ditirsin û xwe bi dînê wî ve girêdidin, ji cîhên ku ne li bendêne u qet haya wan jê nîn e, rizqê wan dişîne.Pêxember s.a.s wuha ferman kirîye ; Heger we xwe bi temamî spartibuna xwedayê xwe , weyê wek çivîkên ku serê sibêh birçî dibin û êvarê têr vedigerin, rizqê xwe bistanda. Şîreta min li we ev e ; Bêkar nemînin, bixebitin! Ji keda helal lê hindik ku hûn kâr dikin pê razî bin! Bêyî ku çavê xwe ji helal û heramê berdin bixebitin! Xwarina heram nedin zarokên xwe! Paşê dibin “heram xwer ”, bi we ve girêdidin u dibin neyar ! Bila xebata we hindik be lê bila paqij be! Ji kerema xwe bîr bînin ku: Xêza helalê fireh e; Ne hewce ye ku hun gunehan bikin. Silav u rêz ji bo we hemîyan ✋️

Комментарии

Информация по комментариям в разработке