DAIŞî li ber pêşmerge digere: Min nekujin!

Описание к видео DAIŞî li ber pêşmerge digere: Min nekujin!

Başîk (Rûdaw) –Di berdewamiya operasyona lêgerîn û pişkinîna Hêzên Pêşmerge li nav Başîkê de, çekdarekî DAIŞê ji malekê derket û bi bilindkirina destên xwe, teslîmê pêşmergeyan bû û bi girî daxwaz ji pêşmergeyan kir, ku wî nekujin.

Operasyona lêgerîn û pişkinînê ya Hêzên Pêşmerge bo dîtin û têkbirina bombe û mînên DAIŞê li navçeya Başîkê berdewam e.

Vîdyoyeke taybet a operasyona lêgerîn û pişkinînê ya Hêzên Pêşmerge li nav Başîkê gihîştiye destê Rûdawê, ku di dîmenên vê vîdyoyê de derdikeve holê, çekdarekî DAIŞê teslîmê pêşmergeyan dibe.

Di dîmenên vîdyoyê de xuya dibe, ku Hêzên Pêşmerge dora malekê dorpêç kirine, piştre çekdarekî DAIŞê di demekê de ku destê xwe bilind kirine, ji wê malê derdikeve û xwe teslîmê Hêzên Pêşmerge dike.

Li gorî vîdyoyê, çekdarên DAIŞê bi bilindkirina destê xwe weke nîşaneya teslîmbûnê, digirî û bi girî daxwaz ji pêşmergeyan dike, ku wî neyêşînin û wî nekujin.

Di dîmenan de derdikeve, ku Hêzên Pêşmerge bi nermî reftarê li gel wî çekdarên DAIŞê dikin û wî azar nadin.

Ew yek di demekê de ye, ku Fermandeyî Lîwaya 7 a Bejayî ya Hêza Pêşmerge, lîwa Behram Erîf Yasîn ji Rûdawê re ragihandibû: “Sibehiya roja sêşemî 8ê Mijdara 2016, li sînorê Lîwaya 7 a Bejayî li nava navçeya Başîkê, yekîneyeke DAIŞê ku dixwastin ber bi Mûsilê ve birevin, ketine kemîna Hêzên Pêşmerge.”

Lîwa, Behram, Erîf Yasîn herwiha dabû xuyakirin, ku “di şerê navbera Hêzên Pêşemrge û çekdarên DAIŞê de, 5 çekdar hatibûn kuştin û piştre bi bombebarana firokeyên hevpeymanan jî 7 çekdarên din hatin kuştin.”

Erîf Yasîn destnîşan kir, ku niha “termên 12 çekdarên DAIŞê di bin destê pêşmerge de ne.”

Navçeya Başîkê dikeve deşta Neynewayê û 20 km ji navenda bajarê Mûsilê dûr e. Başîk weke sînorê herî dawîn yên maddeya 140 a destûra Iraqê bû, ku di destê DAIŞê de mabû û roja duşemî 7ê MIjdara 2016 ji aliyê Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê ve hatibû rizgarkirin.

Hejmara rşniştvanên Başîkê bi 150 hezar kes tê texmînkirin, ku niha piraniya wan koçber in.

Ji wê hejmara, 35 hezar kes li navenda Başîkê dijîn. Pêkhateyên weke kurdên êzidî, kurdên şebek, mesîhî, ereb û tirkmen li Başîkê dijênin.

Li gorî agahiyan, rêjeya %70 ji rûniştvanên Başîkê, kurdên êzidî, %20ê mesîhî û %10ê din jî ji pêkhateya misilman in.

Комментарии

Информация по комментариям в разработке