Sarya Ertaş: Ez dengbêjiyê ji bav û kalên xwe fêr bûm

Описание к видео Sarya Ertaş: Ez dengbêjiyê ji bav û kalên xwe fêr bûm

Mîr Alî Koçer / Amed

Sarya Ertaş a ku xwedî dengek zelal e, klamên dengbêjan distrîne û ev taybetî ji bav û kalên wê ji re maye.

Çand û hunera kurdî her ku diçe pêş dikeve. Taybetî jî ciwanên kurd di vî warî de xwedî kedek giranbûhan e. Ji ber vê yekê jî di xwezaya xwe de navê ciwanên stranbêj û hunermend derdikevin pêş. Yek ji van ciwanan jî Sarya Ertaş e. Sarya, wekî jineke ciwan xwe di qada stranbêjî û bikaranîna ensturmanan de gellek pêşve xistiye. Di aqademiya Jin-Ma Music Centerê de xebatên xwe didomîne û him mamostayê zarokan e him jî hewl dide ku perwerdeya xwe ya mayî xilas bike.

Sarya, xwedî dengek zelal û tije ye. Klamên denbêjên Kurd ên navdar distrîne. Dengbêjiyê ji bav û kalê xwe fêr bûye. Bavê wê çend sal berê ketiye girtîgehê û hê jî di hundir de ye. Lê her tim ji Sarya re bûye moral û piştgirî dayî yê. Sarya û dengê xwe, di nav ciwanên kurd ên ku stran û klamên kurdî guhdar dikin de gellek navdar in. Lewma jî Sarya, bi çar destan xebatên xwe hembêz dike û ji bo pêşeroja hunera kurdî di nav hewldanan de ye.

(DÎMEN - WÊNE)

Комментарии

Информация по комментариям в разработке