#Helbest

Описание к видео #Helbest

Qesasekî heft mêr kuştin û got
Remildaran li nava eşîran gerand
Mirov piştî çil salî
Ranabe û dil nade kesî

Di bin vê baranê de ger tu nebî, şilbûna ehmaqî ye
Li ber vê şerabê ger tu dûr bî, helbest û xemgînî ye
Te xêr e dîsa
Piştî vî umrî, evîn kezebreşî ye... Di canê te de dewsa birînên herdaîm
Qermîçekên salan
Bêriya welatekî
Tu li neynikê diniherî weke her sibeh
Û tayên spî dihejmêrî
Çend niqrîsk lazim in ji te re
Ji bo ku tu bigirî
Piştî vî umrê çil salî
Li welatên dûr
Çol û biyanî... Qesasekî mêr dikuştin û digot
Dîwanên te bi pelên ketiyayî
Riziyayî
Refên dora te hemû qatil in
Mirov piştî çil salî
Li ser vî halî
Ranabe û dil nade kesî!..

Комментарии

Информация по комментариям в разработке