Yehya Omerî - Destên Ku Ji Xewn û Kendalan Pekiyane (Deng: Erol Şaybak)

Описание к видео Yehya Omerî - Destên Ku Ji Xewn û Kendalan Pekiyane (Deng: Erol Şaybak)

Yehya Omerî - Destên Ku Ji Xewn û Kendalan Pekiyane
Deng: Erol Şaybak
Vîdyo: (Medya Civakî, @osama_zkri, @sherwan__kurdi)
Amadekar: Rênas Xendekî
Warê Helbestê ©
"Asoya Helbesta Kurdî"

Destên Ku Ji Xewn û Kendalan Pekiyane

destên kesk tên xewna min destên kesk ji kendalan
diyar e tî bûne kevir, va ye diçim sewta avê dixwînim
bêguman pêl e ev, xwe ji ber dike li bin bîrê, dibînim
li malê li qunca bêriyê digerim û valahiyê dixwînim
ji pelê dîrokê dizanim, kulîlk bi tenê awir bû berê
mirêk dikevin, dişkên ewr, radibim belavbûnê dixwînim
ez ê li vira bim, heke tu ew bişirîna serê sibê bî
piştî her bayê sibê li tenişta darê, sûretê yarê dixwînim
ayat û mucîzat in her derên te her derên te
baweriya agir û çiyê, kufrê û îmanê ji serî dixwînim
bêdengî li kolanê tê qewartin, xwe bi mijê dipêçe rabirdû
şalûl tên bo maçeke fêris, bi baskê wan lîsa te dixwînim
êvaran her tu bûy ya bi perên evîndar şilêr û beybûnan nivîsî
bi çavên evîndar û bi zanyariya şêt tim bîna te dixwînim

Yehya Omerî

Warê Helbestê ©
"Asoya Helbesta Kurdî"

🌸 Silav! 🌸
Hûn bi xêr hatin qenala "Warê Helbestê: Asoya Helbesta Kurdî"
Ev der dengê helbesta kurdî ye.

BIBE ABONE:
1 - Warê Helbestê
➤    / warê helbestê  

2 - Asoya Helbesta Kurdî
➤    / asoyahelbestakurdî  

Lîste: KORONA-HELBEST
➤    • "Helbest Di Çaxê Koronayê De" - Danasîn  

Lîste: VÎDYOYÊN HERÎ BAŞ
➤    • Vîdyoyên Herî Baş  

Lîste: HELBESTÊN KURDÎ
➤    • Helbestên Kurdî  

Lîste: DENGBÊJÎ
➤    • Dengbêjî  

MEDYA CIVAKÎ:
Twitter: ➤  / asoyahelbesta  
Facebook: ➤  / asoyahelbesta  
Instagram:➤  / asoyahelbesta  

Ji bo darîkirinê mala we ava.
Heke keyfa we jê re bê; biecibînin û bişopînin :)
Dema we xweş
yt:cc=on

Комментарии

Информация по комментариям в разработке