Em Bernadin Ve Dîlanê - Trap Remix (Kurdish Trap)

Описание к видео Em Bernadin Ve Dîlanê - Trap Remix (Kurdish Trap)

Em Bernadin Ve Dîlanê - Trap Remix (Kurdish Trap)

Gotinên Stranê / Lyrics / Şarkı Sözleri;

Dahola şer gurm e gurm e
De bila bêtin vê meydanê
De bila bêtin vê rêbendê
Govend geriya dime dime
Em bernadin vê dîlanê
Em bernadin vê govendê

Tîr û kevan rime rime
De bila bêtin vê meydanê
De bila bêtin vê rêbendê
Li Rojava şerî germ e
Em bernadin vê dîlanê
Em bernadin vê govendê

Li seranserî Binxetê
Li Zevin girên heybetê
Li Hûriyan ji paytextê
Ji Mîtanan li Keytextê
Ji geliyê ava mezin
Ta Heşarkê Pira Hesin

Hêy tev tev tev

Muxlacî zerbûn talanê
De bila bêtin vê meydanê
De bila bêtin vê rêbendê
Siwar ketin berxwedanê
Em bernadin vê dîlanê
Em bernadin vê govendê

Gurzê Zal in ji îmanê
De bila bêtin vê meydanê
De bila bêtin vê govendê
Lêda gêr kir der holanê
Em bernadin vê dîlanê
Em bernadin vê govendê

Derbalutê ta Qestelê
Digirmanê ta Kendalê
Ji Gir Helef ta Gir Koçer
Ji Elokê ta Rimmêlê
Ji Til Berek ta Xabûrê
Berya Homan û Holê

Ha lê lê ha lê

Qada şer toz û kulxane
De bila bêtin vê meydanê
De bila bêtin vê rêbendê
Rêşopa hespê hedban e
Em bernadin vê dîlanê
Em bernadin vê govendê

Li hawir mij û dûman e
De bila bêtin vê meydanê
De bila bêtin vê rêbendê
Tola Derwêş e li Homanê
Em bernadin vê dîlanê
Em bernadin vê govendê

Kurdên çê ne li Holê ne
Di Rojava de her mal xwê ne
Koçê nakin her li cî ne
Dara merx in têr û şîn e
Yê xerab her ser çepel e
Tuxmê revok û zexel e

Gelparêz in Rojhilat in
De bila bêtin vê meydanê
De bila bêtin ve rêbendê
Xweserî ne tev kelat in
Em bernadin vê dîlanê
Em bernadin vê govendê

Dayik in kezebxelat in
De bila bêtin vê meydanê
De bila bêtin vê rêbendê
Xweser in xemla civat in
Em bernadin vê dîlanê
Em bernadin vê govendê

Комментарии

Информация по комментариям в разработке