Dilberê Serdarê Xûban - Melayê Cizîrî & Necat Zivingî

Описание к видео Dilberê Serdarê Xûban - Melayê Cizîrî & Necat Zivingî

Dilberê serdarê xûban
Ez nizam ageh heye
'Arif e bi halê qulûban
'Alim e bi halê me ye

'Alim e bi daxê fuadan
Gezmeyên wan nûn û sadan
Çûne dil hetta biradan
Yengiyê reşgoşe ye

Gezmeyên wan sad û nûnan
Awirên eswed 'uyûnan
Radikîn ew qetl û xwînan
Min diye û dil şehde ye

Lazim e-l sultan û mîran
Pirskirin li halê esîran
Em kirin amancê tîran
Suxteyên dermande ye

Hêj nizanim mîr di bîr in
Zanit em sî sal esîr in
Çehvenêr pirsek emîr in
Lew bi rehm û şefqe ye

Pir dibêm şefqe li bal e
'Arif e û sahib kemal e
Carînan bîne xiyal e
Pirs bikit çi lê heye

Şefqe kit carcar nihînî
Toleyê astan vexwînî
Da vekim daxan bibînî
Nar û pêt û şu’le ye

Da bizanit pêt û nar im
Kuştiyê cohtê xumar im
Muhbetê sohtim biwarim
Lazim ew zanit we ye

'Alim e bi derd û birînê
Ma dema dîdar û dînê
Xef dibit remza evînê
Vê bizan bêşubhe ye

Herdema dilber diyar bit
Can û dil têk tar û mar bit
Dê çi reng muhbet sitar bit
Xefkirîn bêfeyde ye

Herdema mehbûb zuhûr bit
Zêde mezher bêqusûr bit
Dê tecellayek li Tûr bit
Berqê lami’ cezbe ye

Cezbeyê dil ji wucûd bir
Xef ji ber ceynê hesûd bir
Min di mihrabê sucûd bir
Lê hecer nîşane ye

Secdeya ber nûn û dalan
Min tewafa zulf û xalan
Ev bes e-j sahib cemalan
Da biçin lê cumre ye

Ê yekê sadiq hebînî
Bêhîcab ger ew bibînî
Ma li hişyarî diminî
Serxweşê bêbade ye

'Işq e tuxraya nihînî
Herdema mehbûb dibînî
Dê bi dil lazim bixwînî
Ev çi ism û nusxe ye

Lamî’a wê husn û nûrê
Gerçi tê dil şubhê Torê
Batina nayê zuhûrê
Lê hicab û perde ye

'Arif in me'naşunas in
Lê bi sed sûret libas in
Xeyrê mehbûb wan nenas in
Xef ji wan zanî me ye

Ê li min yengî kişandî
Sed xedeng vê ra reşandî
Dil ji derbê herişandî
Ez kirî extirme ye

Lazim ew zanit bi halî
Dilber û yarê muwalî
Gezmeyên qewsên hilalî
Derb li nîva sîne ye

Hêj dibêm mehbûb nizanî
Min ew e rûh û kiyanî
Pirs nekir bîra xwe nanî
Ev çira perkende ye

Pirs nekir şahê cehanî
Yûsifê dewr û zemanî
Ev çi xak e li asitanî
Bel esîrek ji ên me ye

...

Комментарии

Информация по комментариям в разработке