Logo video2dn
  • Сохранить видео с ютуба
  • Категории
    • Музыка
    • Кино и Анимация
    • Автомобили
    • Животные
    • Спорт
    • Путешествия
    • Игры
    • Люди и Блоги
    • Юмор
    • Развлечения
    • Новости и Политика
    • Howto и Стиль
    • Diy своими руками
    • Образование
    • Наука и Технологии
    • Некоммерческие Организации
  • О сайте

Скачать или смотреть Rêzedersên Kurmancî 6 - Cînavk III

  • Azadiya Welat
  • 2021-07-14
  • 3475
Rêzedersên Kurmancî  6 - Cînavk III
  • ok logo

Скачать Rêzedersên Kurmancî 6 - Cînavk III бесплатно в качестве 4к (2к / 1080p)

У нас вы можете скачать бесплатно Rêzedersên Kurmancî 6 - Cînavk III или посмотреть видео с ютуба в максимальном доступном качестве.

Для скачивания выберите вариант из формы ниже:

  • Информация по загрузке:

Cкачать музыку Rêzedersên Kurmancî 6 - Cînavk III бесплатно в формате MP3:

Если иконки загрузки не отобразились, ПОЖАЛУЙСТА, НАЖМИТЕ ЗДЕСЬ или обновите страницу
Если у вас возникли трудности с загрузкой, пожалуйста, свяжитесь с нами по контактам, указанным в нижней части страницы.
Спасибо за использование сервиса video2dn.com

Описание к видео Rêzedersên Kurmancî 6 - Cînavk III

Cînavkên Xwedîtiyê: Cînavkên xwedîtiyê ji qertafên veqetandekan û cînavkên kesane yên tewandî çêdibin. Yanî qertafên veqetandekan “a”, “ê”, “ên” û cînavkên kesane yên tewandî; “min”, “te”, “wê”, “wî”, “me”, “we”, “wan”ê çêdibin û dikarin li şûna navdêran bên bikaranîn. Dema di ravekan de raveber bikeve veqetandek bi cînavkan re wekî cînavkên xwedîtiyê tev digerin.
Mînak:
Pirtûka wî bi kurdî ye. (A wî bi kurdî ye.)
Xaniyê wî derveyî gund e. (Ê wî derveyî gund e.)
Destên wan hinekirî ne. (Ên wan hinekirî ne.)

Cînavka Pêgir/Pêve/Qertafî: Cînavkên pêgir, wekî cînavka kesê sêyem ê yekjimar di rola biresera tewandî de tê bikaranîn. Ev cînavk wekî qertaf tên dawiya hevokê, bi daçek û lêkeran ve dizeliqe. Her wiha cînavkên pêgir axaftinê hem kurttir dikin hem jî herikbartir dikin. Zayenda van cînavkan tune ye û ew nêtar in. Qertafa cînavkên pêgir “ê” ye.
Mînak:
Wî gotineke xweş gote wê. (Wî gotineke xweş gotê.)
Şîlanê diyarî da wî. (Şîlanê diyarî dayê.)
Wan slav neda şivên. (Wan slav nedayê.)
Cînavka Lihevxistî: Cînavkên lihevxistî ji daçek û cînavkan (berbihevîn, kesane, şanîdanê) pêk tên.
Ji + hev : jev (Ev kurik jev ketiye.)
Bi + hev : pev (Her du zarok pev ketin.)
Li + hev : lev (Wî du kevir lev xistin û agir pêxist.)
Di + hev : Em tev kurd in.
Ji + êk: Destên me jêk nekin.
Bi + êk : pêk (Ez û tu pêk ve biçin welat.)
Li + êk : lêk (Ew kîngê lêk hatin?)
Di + êk : têk (Em ê qet têk neçin.)
Daçekên ku bi “ê” çêdibin. Ev cînavk tenê bi kesên sêyemîn ên yekjimar re tên bikaranîn. Bi kesên sêyemîn “wan” re nayê bikaranîn.
Ji + ê: jê (Te ji wê re çi got? ) Te jê re çi got.
Di + ê: tê (Di pûnikê de sê hêk hene.) Tê de sê hêk hene.
Bi + ê: pê (Te çi bi telefona min kir?) Te çi pê kir?
Li + ê: lê (Ew fîstan lê hat.)
Te bi wan çi çêkir? Bersiv wiha nabe: Min pê ev çêkir. Lewra “wan” pirjimar e di pirsê de lê di bersivê de “pê” bersiva yekjimariyê ye.
Cînavka Nediyariyê/Nebinavkirî: Cînavkên Nediyariyê dewsa navdêrên nebinavkirî digirin. Di kurmancî de rewşa tewandî a van cînavkan jî heye. Hinek cînavkên nediyariyê ev in:
Yek, hin, hinek, tu, kes, kesek, her kes, hemû kes, ewk, çîk, filan, bêvan, her yek, piçek, hîç, qet, pir, gelek, gişk, çend…hwd.

“î” ji bo yekjimariyê
“an” ji bo pirjimariyê
Cînavên Girêkî: cînavka girêkî dikeve pêşiya navdêr an jî cînavkeke din û wan bi komeke hevokê ya ku di pey wan re tê, girêdide. Ser meselê:
Ez pirtûkekê dixwînim. Pirtûk ya Celadet Alî Bedirxan e.
Pirtûka ku ez dixwînim ya Celadet Alî Bedirxan e.
Her wekî em di van mînakan de jî dibînin: Du heb hevok bi rê ya “a ku” ve gihîştine hevûdu û bûne hevokek. Cînavkên girêkî yên kurmancî ev in: ê ku, a ku, ên ku. Carna ev cînavk di serê hevokê de jî tên bikaranîn:
Ê ku dans dike kurê wê ye.
A ku pirtûk dixwîne keça min e.
Ên ku govendê digerînin kurd in.
11. Cînavkên Berbihevîn: Cînavkên berbihevîn têkilî û danûstandina piralî, karê ku bi hev re û beramberî hev hatiye kirin nîşan dide. Cînavkên berbihevîn tu carî cihê kesên yekjimar nagirin. Çawa yanî? Ser meselê:
Em hevalên hev in. (an jî) Em hevalên êk in.
Wekî di vê mînakê de jî dixuyê em behsa du kesan dikin û ev cînavk têkiliya di navbera wan de destnîşan dike.
Em bi hevûdu re diçin dibistanê.
Ew ji hev re nameyan dişînin.
Em xuşkên êk in.

Rojnameya Xwebûn bi awayeke azad xebatên xwe yên rojnamegeriyê didomîne. Hûn jî li ser platforman dikarin Xwebûnê bişopînin.

Malper: https://xwebun.org
Twitter:   / rojnamexwebun  
Facebook:   / xwebun  
Instagram:   / rojname.xwebun  

Комментарии

Информация по комментариям в разработке

Похожие видео

  • Rêzedersên Kurmancî  7 - Hevalnav
    Rêzedersên Kurmancî 7 - Hevalnav
    4 года назад
  • Rêzedersên Kurmancî 18 -Lêker
    Rêzedersên Kurmancî 18 -Lêker
    4 года назад
  • Ziryab: Avrupa'nın Unutulmuş Kürt Mimarı
    Ziryab: Avrupa'nın Unutulmuş Kürt Mimarı
    8 дней назад
  • Rêzedersên Kurmancî  4 - Cînavk I
    Rêzedersên Kurmancî 4 - Cînavk I
    4 года назад
  • Cînavkên Pirsyarî Kî/Kê Ders 18 (kürtçe soru zamirleri kî/kê)
    Cînavkên Pirsyarî Kî/Kê Ders 18 (kürtçe soru zamirleri kî/kê)
    5 лет назад
  • Wezîrê Eşo _ by Dilgesh Rojbeyani
    Wezîrê Eşo _ by Dilgesh Rojbeyani
    2 месяца назад
  • Rêzedersên Kurmancî 14 -Tewang çi ye?
    Rêzedersên Kurmancî 14 -Tewang çi ye?
    4 года назад
  • Rêzedersên Kurmancî 15 -Tewang II
    Rêzedersên Kurmancî 15 -Tewang II
    4 года назад
  • Rêzedersên Kurmancî 11 -Daçek
    Rêzedersên Kurmancî 11 -Daçek
    4 года назад
  • Ларри Джонсон: Почему Иран побеждает в этой войне!
    Ларри Джонсон: Почему Иран побеждает в этой войне!
    6 часов назад
  • Rêziman: Cînavka vegerok û Cînavkên Şanîdanê تعلم اللغة الكردية
    Rêziman: Cînavka vegerok û Cînavkên Şanîdanê تعلم اللغة الكردية
    6 лет назад
  • Rêzedersên Kurmancî 16 -Tewang III
    Rêzedersên Kurmancî 16 -Tewang III
    4 года назад
  • ⚡️ Крупнейший захват украинских заложников || Колонна танков зашла в регион
    ⚡️ Крупнейший захват украинских заложников || Колонна танков зашла в регион
    20 часов назад
  • Rêzedersên Kurmancî 10 -Gîhanek
    Rêzedersên Kurmancî 10 -Gîhanek
    4 года назад
  • Kürtçe Dil Bilgisi Zamirler (CÎNAVK) ! Ders 8 #kürtçe #kurdî #kurmancî  #zamir #cînavk
    Kürtçe Dil Bilgisi Zamirler (CÎNAVK) ! Ders 8 #kürtçe #kurdî #kurmancî #zamir #cînavk
    6 лет назад
  • Скотт Риттер: Иран — ловушка для армии США. Вторжение невозможно
    Скотт Риттер: Иран — ловушка для армии США. Вторжение невозможно
    9 часов назад
  • ‼️ Иран бомбит Дубай и базы США. Россия помогает Ирану. ВСУ едут на Ближний восток / Выпуск новостей
    ‼️ Иран бомбит Дубай и базы США. Россия помогает Ирану. ВСУ едут на Ближний восток / Выпуск новостей
    Трансляция закончилась 8 часов назад
  • Российские суда снабжения для Ирана ОТКРЫЛИ ОГОНЬ по ВМС США — затем произошло ВОТ ЭТО...
    Российские суда снабжения для Ирана ОТКРЫЛИ ОГОНЬ по ВМС США — затем произошло ВОТ ЭТО...
    7 часов назад
  • Россия готовит новое вторжение / Крупнейший захват заложников
    Россия готовит новое вторжение / Крупнейший захват заложников
    8 часов назад
  • Refa 12_ Ziman _ beşa2  Ravek 1
    Refa 12_ Ziman _ beşa2 Ravek 1
    4 года назад
  • О нас
  • Контакты
  • Отказ от ответственности - Disclaimer
  • Условия использования сайта - TOS
  • Политика конфиденциальности

video2dn Copyright © 2023 - 2025

Контакты для правообладателей video2contact@gmail.com