Yekemîn Şehîdên YPJ'ê Hatin Bi Bîranîn

Описание к видео Yekemîn Şehîdên YPJ'ê Hatin Bi Bîranîn

EMÊ BI SEKNA SILAVA Û BÊRÎVANAN TEKOŞÎNA AZADIYÊ BILIND BIKIN
Girêdayî Bakûr Rojhilatê Sûrî li herêma Cizîrê bi dehan şervanên YPJ'ê, şehîdên ava kirina Yekîneyên Parastina Jin YPJ'ê Şehîd Silava û Şehîd Bêrîvan bi merasîmeke leşkerî bi bîranîn.
Di merasîmê de fermandara YPJ'ê Newroz Ehmed xîtabê şervana kir û wiha got; ''Îro salvegera şehadeta Şehîd Bêrîvan û Şehîd Silava ye. Ev heval şehîdên me yên destpêkê yên ava kirina YPJ'ê ne. Em bi vê wesîleyê tevahî şehîdên xwe yê qehreman bi bîrtînin û bejna xwe li ber wan ditewînîn. Em soza xwe ya ku emê xwedî li doza wan derkevin dubare dikin.''
Ehmed axaftina xwe bi van gotinan domand; ''Rêhevalên hêja ger em îro di vê wargehê de vê salvegerê bi bîr tînin bi saya hezaran şehîdan e. Têkoşîna di şexsê Silava û Bêrîvan de derket pêş bi welatparêziya jinên herêmê, ciwanan û bi gelê me xurttir bû. Ev têkoşîna ku di şexsê van jinên şoreşger ên Kurd de pêş ket bi demê re bû malê tevahî jinan û pekhateya herêmê, gelê Ereb, Çerkez, Suryan, Durzî, Ermenî heman demê de bû hêviya tevahî jinên cîhanê.''
Fermandar Newroz Ehmed di merasîmê de wiha qala kesayeta Şehîd Silava û Şehîd Bêrîvan kir; ''Heval Silava û Heval Berîvan di destpêka têkoşînê de bê teredut beşdarî refan bûn. Heval Silava bi rihekî berpirsyar û welatparêziyeke bilind di konferansa ava kirina Yekîneyên Parastina Jin YPJ'ê de cih girt. Wan demên ku konferans berdewam dikir de çeteyên xwînmij êrîş birin ser Efrînê rêheval Silava di temenê xwe yê ciwan de bi çek û rext xwe xemiland û berê xwe da qada şer. Bi rihekî berxwedêr tevlî têkoşînê bû û îro ji bo me xeta têkoşîna YPJ'ê diyar kir.''
Fermandar Ehmed ji bo kesayeta Şehîd Bêrîvan jî wiha got; ''Hevala Bêrîvan jî yek ji hevalên me yên destpêkê ku beşdarî nava refên YPJ'ê bû. Hevaleke zewicî bû xwedî zarok bû lê qet ev jî xwe re nekir asteng. Dema ku çeteyên hov êrîşî jin û gelê me kir, qetilkirina jin û gelê xwe nepejirand bê tiştên xweyê takekesî bifikire beşdarî çeperen şer bû. Ev heval hem şervan hem jî fermandarên têkoşînê û pêşengên me yên ku em îro li ser têkoşîna wan dimeşin in.''
Di merasîmê de xwûşka Şehîd Bêrîvan, Bêrîvan Efrîn jî axivî û wiha got; ''Heval Bêrîvan hîna di temenekî biçûk de bi hestên welatparêziyê mezin bû. Bi rihê azadî û hezkirina welat xwe rêxistin kir. Zilm û jiyana bindest tu caran nepejirand ji bo wê jî tevlî nava refên YPJ'ê bû û li ser vê rêkê bû şehîda welatê xwe.''
Bavê Şehîd Silava, Şahîn Efrîn jî di merasîmê de hestên xwe bi vî awayî parve kir; ''Şehîd Silava zû riya rastiyê nas kir û berê xwe da riya tekoşînê. Germahiya wê ya hevaltiyê pir zêde bû û jiyana bindest nepejirand. Dizanibû ku ji bo vê axê riya rast a Rêber APO û şehîdên di oxîra azadiya Kurdistanê de canê xwe daye ye. Ji ber vê jî ez dibêjim şehîd namirin, şehîd namirin.''
Rêhevala Şehîd Silava û Bêrîvan Canda Îmralî jî derbarê girîngiya rojê de nêrînên xwe bi vî awayî anî ziman; ''Van rêhevalên me bi têkoşîna xwe xeta jina azad û jiyana bi rûmet diyar kirin. Îro em bi vê bîranînê bi soza ku emê tola van şehîdên xwe rakin û dagirkeriyê li ser axa xwe tune bikin pêktînin. Ez jî wekî jineke Ereb careke din soza bilind kirina têkoşîna wan didim. ''
Şervana YPJ'ê Ronahî Heleb jî wiha got; ''Heval Silava û Heval Bêrîvan bi têkoşîna xwe riya têkoşîn û şoreşê ronî kirin em jî wek şopdarê wan bi armanca azadiya hemû jinên cîhanê têkoşîn dikin û ev têkoşîn heya rojên azad yê bi heman bîr û baweriyê bidome. ''
Merasîm bi dirûşmeyên ''Şehîd Namirin û Jin Jiyan Azadî'' ve bi dawî bû.

Комментарии

Информация по комментариям в разработке