Bavê zargotina kurdi

Описание к видео Bavê zargotina kurdi

Guhdarên hêja û bi rûmet:
Zanebûna hezaran salan, agahdariya ji cimaeta kurdan, zimanê kurdî yê resen, hișê li pêș dema xwe, lêkolînerê akadimisyen. Ev hemî di kesayetiyekê de peyda dibin. Kesayetiyek, ku jiyana xwe tev bo pêșdabirina kurdzaniyê pêșkêș kiribû. Eger em sedan bernameyan çêbikin, têra xizmeta wî ya bêhempa nake. Ev kesayetî, di rabûn û rûniștandina xwe de, bi hiș û ramanên xwe cuda bû.
Guhdarên ezîz, da ku dengkirina wî ya zelal bighîje guhê we, dilê we bibin mêvanên peyvên wî û ji bo hûn ji kûrahiya dîrok û tarîxa cimaeta kurdan bêpar nemînin, ez ê wê kesayetiya min li jor behsê kirî, bi we bidim zindîkirin. Zindîbûn û bihêzbûna zargotina kurdan deyndarê wê kesayetiyê ye
Ji bo ez wê kesayetiya hewqas kurdhez, mirovhez, bi me re beșdar bikim, dibêjim Haciyê Cindî, Mîrê zarogtina Kurdan, zindî ye û kaniya zanebûna wî namiçiqe û emê her û her jê vexwin.
Li bîra min tê, dema min nû dest bi karê xwe yê radyoya kurdî ya Gurcistanê kiribû, li Yerîvanê bi dîtina nemir Haciyê Cindî ez bêhed bextewar bûm û derfet ji min re çê bû û ewî bi dilxweșî dema xwe bo hevpêyvînekê da min û ez jî wê hevpeyvîna berîya gelek salan raberî guhdarîya we dikim.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Sturkî ye.

Riataza.com

Комментарии

Информация по комментариям в разработке