Raperîn & Seyda Perinçek Gava Tu Çû Türkçe Çeviri

Описание к видео Raperîn & Seyda Perinçek Gava Tu Çû Türkçe Çeviri

Raperin Gava Tu Çû

Gava tu çû dil ma li dû,
Ez û ez man rûbirû.
Evîn dijwar e tev pêt û are,
Birînên xedar mane bêçare.
Bi hêvî bûm min gotê were,
Min ji ku zanîbû tu venagere?

Ez canê te bûm, tu ne cana min bû
Ji te qetandin bo min mirin bû.
Ez nêzî te bûm tu dûrî min bû,
Ez tim ê te bûm tu ya yekî din bû.
Ez mirî me tu zindî ye,
Min ji ku zanîbû te min kuştiye?

Ez Memê te bûm tu nebû Zîn
Piştî tu çû, bûm har û dîn.
Ketim ranebûm carek şa nebûm,
ên ku min dikuşt xeyalên te bûn.
Dilê min sêwî êşeke bêdawî,
Nema zindî dibin hêviyên mirî.

#raperin #gavatucu

Комментарии

Информация по комментариям в разработке