#xozancomerd #xozan #kurdishmusic
Gotin: Meleyê Cizîrî , Awaz: Xozan Comerd
Music Producer: Hakan Akay
Mastering: Fisheye Music, Stefan Heger
Bass: Philipp Bardenberg
Piano: Clemens T.Orth
Guitar: Klaus Bittner
Percussion: Fethi Ak
Daf,Tombak: Reza Samani
Santur: Kiomars Musayyebi
Violin 1: Rostislav Kozhevnikov
Violin 2: Barbara Streil
Viola: Justyna Sliwa
Cello: Teemu Myöhänen
Spotify: https://open.spotify.com/intl-de/albu...
Şox û şengê, zuhre rengê, dil ji min bir, dil
ji min
Avirrên heybet pelengê, dil ji min bir dil ji min
Wê şepalê, miskxalê, dêmdurrê gerden
şemalê
Cebheta biskan sema lê, dil ji m ji min
in bir, dil
Zulf û xalan, nûn û dalan, wan ji min dil bir
bi talan
Goşeyê qewsê hilalan, dil ji min bir, dil ji min
Dêm nedîrê, bo ‘enbîrê, xemrî û gêsû ‘herîrê
Sîne kir amancê tîrê, dil ji min bir, dil ji min
Surrşîrînê, nazenînê, kuştime û naket yeqînê
Wê bi çengela evînê, dil ji min bir, dil j imin
Fetl û taban, da ‘xuraban, ebleq û cohtê
şibaban
ji min
Dame ber pence û ‘kulaban, Dil ji min bir, dil
Xoşxeramê, ez xulamê, nazikê şîrînkelamê
Tûtîya eyvan meqemê, dil ji min bir, dil ji min
Mahroyê, miskboyê, surrpelengê, şêrxoyê
Wê bi zulfa şubhî goyê, dil ji min bir, dil ji min
Herdu weşman, naz û xeşman, kê ji ber wan
‘eqil û heş man
Sa’eta min dî bi çeşman, dil ji min bir, dil ji
min
Mahitabê, afitabê, dêm ji roj û şebniqabê
Xoş bi çengal û ‘kulabê, dil ji min bir, dil ji min
Servinazê, serferazê, şubhî zêrr, remza me-
cazê
Dame ber çakûç û gazê, dil ji min bir, dil ji min
Bejn û bala, tox û ‘ala, min kirin vêkra mutala
Çîçeka ter’hên di wala, dil ji min bir, dil ji min
Mîrê ‘xazî, şîrê tazî, vêkira min dîn bi bazî
Kir li me j‘ ‘xefletve gazî, dil ji min bir, dil ji
min
Şîr û xişt in, zulf û qişt in, hin veşarin, hin
vehiştin
ji min
Pwhlwanan dest ve mişt in, dil ji min bir, dil
Rohnîya çehvên Mela yî, ew tecellaya te da yî
Yan ji E’hmed dilrrevayî, dil ji min bir, dil ji min
Gotin: Meleyê Cizîrî
Muzîk: Xozan Comerd
Şirove:
Şox û şengê zuhre rengê
Dil ji min bir, dil ji min
Avirên heybet pelengê
Dil ji min bir dil ji min.
Kurmancî:
Dildara min ya şox û şeng û cuwan û dilrevîn ya
ku wekî istêra Zuhreyê (Vênûsê/Nahîdê) diçilvile,
bi awirên xwe yên ji heybeta pilingan dil ji min bir
û ez kirim evîndarê xwe û cuwanîya xwe.
Zazakî:
Waştîya min a rindek a ke sey astareyê Zuhre ya,
bi awiranê xo yê ke sey heybetê pilingan ê zerra
mi xo de berda û ez kerda aşiqê xo.
Tirkî:
O göz alıcı, uçarı, gönül alan ve Zühre Yıldızı mi-
sali olan sevgili, gönlümü çaldı. Kaplan heybetli
bakışlarıyla beni meftun eyledi, gönlümü çaldı.
Îngilîzî:
I’ve lost my heart to that glamorous, flighty, he-
art-wrenching lover who is like the morning star.
Her tigery gaze delighted me and I’ve lost my
heart to her.
Wê şepalê miskxalê,
Dêmdurrê gerden şemalê
Cebheta biskan sema lê
Dil ji min bir, dil ji min.
Kurmancî:
Ew dildara min ya wekî şepalan (şêremêyan) ewa
ku xala wê wekî miskê reş û bêhnxweş e û dêmên
wê mîna durr û gewheran şayîk û geş e û gerde-
na wê wekî şemal û findê diteyîse, dilê min bir û
ez kirim evîndarê xwe.
Zazakî:
Waştîya min a ke sey şepalan a, sey miskî boye
dana, alişkê aye durr ê û vileyê aye sey finde barî
û sipî yo, zerra mi xo de berda û ez kerda aşiqê
xo.
Tirkî:
O dişi aslan misali olan, misk kokulu, yanakları
inci gibi, boynu mum gibi parlak olan sevgili,
gönlümü çaldı, beni benden aldı.
Îngilîzî:
I’ve lost my heart to that lover who is a musky lio-
ness with pearly cheeks and cereous neck whose
tresses dancing around.
Zulf û xalan nûn û dalan
Wan ji min dil bir bi talan
Goşeyê qewsê hilalan
Dil ji min bir, dil ji min
Kurmancî:
Biskên wê yên ku wekî tîpa Dalê li ser rûmetên
wê da çemyane û xala wê ya li ser dêmê gulî
di nîveka wan biskana da herfa Nûnê afirandine,
dilê min talan kirin û ewê bi goşeya kewanê bi-
rûyên xwe yên mîna hîva yekşevî dilê min bir û ez
kirim evîndarê xwe.
Zazakî:
Biskê aye yê ke sey herfa dalî çareyê aye ra ver-
dîyayê û alişkê aye ke sey herfa nûnî yê, zerra mi
talan kerd û bi birûyanê xo ke sey aşma neweyî
yê zerra mi xo de berde û ez kerda aqişê xo.
Tirkî:
Zülüfleri Dal harfi misali yana dökülmüş, Nun
harfi gibi yüzünde beliren yanaklarıyla o sevgili
gönlümü çaldı, ayın hilali misali kirpikleriyle, gön-
lümü çaldı, beni meftun eyledi.
Îngilîzî:
I’ve forced to lost my heart to that lover whose
tresses are pured around like “dal” letter and
her cheeks are shining like “nun” letter. I’ve lost
my heart to that lover whose mooned eyebrows
seduced me.
Dêm nedîre bo enbîrê
Xemrî û gîso ‘herîrê
Sîne kir amancê tîrê
Dil ji min bir, dil ji min
Kurmancî:
Dildara min ya ku dêmê wê wekî gurrîya agirî di-
teyîse û wekî ‘ebîrê bêhna xweş jê difûrre, bi bisk
û porrikên xwe yên wekî avrêşimê sîngê min kirin
amanc û hedefa tîran û dil ji min birin.
Zazakî:
Waştîya min a ke alişkê aye sey kilê adirî beri-
qîyenê û sey enberî boye danê, biskê aye sey
birîsiminî yê, sîneyê mi kerdo hedefê tîran û zerra
Информация по комментариям в разработке