" Wezîrê qenc u wezirê xerab "

Описание к видео " Wezîrê qenc u wezirê xerab "

‪@Cirokbej_72‬
📌 Gelî birana ; Çewa ku hatîye gotin 🐄"" hemî çêlek tên dotin hemî xeber nayên gotin"". Rastî, di jîyana mirovan da ji xwarin û vexwarinê çêtire. Lewra cîyê xwarinê di hindirê mîde ye, lê cîyê rastîyê di nava eql û dilê mirovên xwedî rûmet e .. Rastî dibe mû, lê naqete , derew bibe weris jî ewê biqete .. Lê  ji ber kû rastî carinan şaş tê fêhmkirin û ji bo hinek kesan dibe sedema xeterek mezin. Divê mirovên şareza wan gotina ji bo qencî û selehîyeta gel, bi rêk û pêk wergerînin bi bal xêr û xweşiyê ve.. Gelek serok û dewlemend di dîroka kevnar de ji ber wezîrê xwînmij di bin granîya textê xwe de fetisîne.. Yên kû mirin, ji bo me bûn ders û îbret. Yên kû bi sağî filitîn jî bûne metelok. Ne bese kû meriv bi tenê bizane rastî çî ye?; Divê ew jî tiştên rast bixwaze û  kiryarên qenc bike. Mîrasa herî bi qîmet kû ji mirov re tên hiştin diristî û xêrxwazî ye.  Mirovê nexêrxwaz  herdû bestikê stuyê wî ti caran nagihîjin hevdû re ..Îro her yek ji me wezîrê nav netewa xwe ye , serkeftin û hingaftin bi zimanê me ve hatîye girêdan , eger em li paş mane sedem ziman e , eger em li pêş ketin bêguman dîsa bi saya ziman e ..Mebestamin bi ziman re ne perçê goştê di nava devan de ye , û ne zimanê  kurdî yan jî tirkî ye !!  Bes zimanê qencî yan jî xerabiyê ye .. Hatîye gotin ; Rastîya bi aqil, siyaseta herî baş e. Siyaseta fêlbaziyê milkê hevparê nezanî û bêdilîyê ye. Serê xeberê ew bu min got binê xeberê jî ev e ;
"" Heke em bi diristî bijîn, ne hewceye kû em bifikirin, ka em ê çawa bimirin. ""
Hişyarî ; Heya kû hûn dikarin tiştê xerab bi ber başîyê ve wergerînin, lê dema kêr gihişt hestî hûn bi kêfa xwe ne :)) ✋

Комментарии

Информация по комментариям в разработке