Bilind Ibrahim & Melek Rojhat - Geryanek

Описание к видео Bilind Ibrahim & Melek Rojhat - Geryanek

Follow Bilind Ibrahim on:

Facebook:   / bilindibra  

Instagram:   / bilindibrah.  .

Twitter:   / bilindibrahim77  

http://bilindibrahim.com/

  / bilind-ibrah%c3%aem  

https://open.spotify.com/artist/6y5Rs...

https://www.deezer.com/en/artist/4551140

https://play.anghami.com/artist/333555


Geryanek

Havîn bû çûm Şingalê Hejîra li dem nûbarê
Min dît li wêrê ciwanek Awir dida jî allek
Min gotê keça kê yî Torîna kîj malê yî
Tu gula kîj baxçê yî Nêrgiza serê kê yî
Lawo ez Kurdistan im Xweştiviya kurdanim
Evîndara şeiran im Ketime dest nezana
****
Ez geryam çûm Amedê Cihê pîran û befrê
Nalîna kewî têtin Birîndar e xewn jê têtin
Min gotê kewê kê yî Çima li nav befrê yî
Birîndarê destê kê yî Xwîndarê destê kê yî
Ez dengê Şêx Seîd im ji bo Kurdistan mirîd im
Bê kes û bê xwedan im Ketime dest neyara
****
Çûm Mehabadê geryam wek dara tûyê weriyam
Darek di destê zarokan Pê dikirin yariya bûka
Min gotê tu çi darî wek rebena li vî warî
Li kolana dixşandin tu ji nîvê şikandin
Lawo ez dar alla bûm navbera Çarçira bûm
Ez qîbleya kurda bûm Ketime destê nemerda
****
Payîz bû çûm Rojava Ser deşt û ber derava
Min dî li wêrê şoxek Berda dilê min doxek
Min gotê keça kê yî Dilber û şenga kê yî
Buhara dilê kê yî Barana kîj deştê yî
Lawo ez Qamişlo me Şenga warê Şêxo me
Mêhvana warê xwe me Ketime dest zordara

Peyv: Dr. Bedirxan Sindî
Awaz: Bilind Îbrahîm

Комментарии

Информация по комментариям в разработке