Şehrîban Güneş | Mehmud Berazî - Siwar Hatin Ji Zozanan [Kurdish Kurmancî & English Lyrics]

Описание к видео Şehrîban Güneş | Mehmud Berazî - Siwar Hatin Ji Zozanan [Kurdish Kurmancî & English Lyrics]

Music: Mehmud Berazî
Voice: Şehrîban Güneş, Hacî Musa, Xalid Dêrîk


Siwar Hatin Ji Zozanan/ Nivişta Gerîla

Nav çiya û zinaran
Pey dilê kovî mame
Bûm bi bask firiyam tevlî xeyalan
Deşta dûr pir dûr e
Li rojava destara
Derdan e hêviya min dîtinek bû
Ji vê refê neqetiyam tevlî wê firiyam
Wek koçeran geriyam bin baranê de
Henasê min bi vedeng e
Gava min bê deng e
Mêwa giyanê min lal e

Siwar hatin ji zozanan
Girtin serkêşiya dîlanan
Desmala rengîn destana
Mijê hey baranê
Dotmaman xwe ba kirin
Pispaman çog nîvçog kirin
Desmal dane destê xalana
Pûkê hey leylanê

Rê kor e û pir sar e
Heyv li jor mat maye
Stêrk ji çavan rijyan lê ez mam
Hespê boz dijene
Ber bi jora jor ve
Nav ewrên giyanan de dinhêre
Destê min ji te nabe
Lê pir, pir dereng e
Ji te re malekê ji kevirokan ava dikim
Deriyê wê şilêr be
Banê wê morîk be
Çira wê pêjna te


Siwar hatin ji zozanan
Girtin serkêşiya dîlanan
Desmala rengîn destana
Mijê baranê
Dotmaman xwe ba kirin
Pispaman çog nîvçog kirin
Desmal dan destê xalana
Pûkê û leylanê

#kurdish #lyrics

Комментарии

Информация по комментариям в разработке