Şivan Perwer Hepsa Diyarbekir

Описание к видео Şivan Perwer Hepsa Diyarbekir

Şivan Perwer Hepsa Diyarbekir (Kurê Min De Lorî Lorî)
Strana Hepsa Diyarbekir ji albûma Hay Dil hatibû derxistin...

HEPSA DIYARBEKIR

Kurê min bavê te ji Hepsa Diyarbekir
Ji bo me şandiye daku tu negirî oy oy oy
Kurê min bavê te ji Hepsa Diyarbekir
Ji me re rêkiriye daku tu negirî oy oy oy
Dibêje bila kurê min mezin be
Dawa û doza xwe gerek jibîr neke de lorî lorî

De lorî lorî berxê min lorî oy oy oy
Dayîk bi gorî de lorî lorî

Kurê min bavê te ji binê zindanê
Apê te rêkirin milê din cîhanê oy oy oy
Yek tê hingavtin yek li ber xwe dide
Yek dinivîsîne ya serxwebûnê de lorî lorî

De lorî lorî berxê min lorî oy oy oy
Dayîk bi gorî de lorî lorî
De lorî lorî bavê min lorî oy oy oy
Dayîk bi gorî de lorî lorî

Kurê min xalê te ji Hepsa Rihayê
Name rêkiriye dibêje gune ye oy oy oy
Kurê min xalê te ji Hepsa Ûrfayê
Name şandiye dibêje gune ye oy oy oy
Dibêjin bi darxin yan jî bikujin
Heqê doza wî li ser me heye de megirî megirî

De megirî megirî oy oy oy bavê min megirî oy oy oy
Dayîk bi gorî oy oy oy
De lorî lorî sebra min lorî oy oy oy
Dayîk bi gorî de lorî lorî

Kurê min hogirên me li serê çiyan
Bi çek û rextan bûne partîzan oy oy oy
Ji bo welatê me rizgar bikin
Hevgirtine li hember zoriya cîhan de lorî lorî

De lorî lorî berxê min lorî oy oy oy
Dayîk bi gorî de lorî lorî
De lorî lorî sebra min lorî oy oy oy
Dayîk bi gorî de lorî lorî

Kurê min mêzeke xalê te Şivan
Zû de dûrketiye ji Kurdistan oy oy oy
Bi helbestên jêre bişîne
Doza apo xal da bîne ziman de lorî lorî
Vê helbestê jêre bişîne
Bila bixwîne li ser Kurdistan de lorî lorî

De lorî lorî bavê min lorî oy oy oy
Dayîk bi gorî de lorî lorî
Oy oy oy

Комментарии

Информация по комментариям в разработке