Şivan Perwer - Here Kurê Min Here

Описание к видео Şivan Perwer - Here Kurê Min Here

Strana Here Kurê Min Here, di sala 1980'yê de di albûma Hay Dil de bû û jê hatiye derxistin.


HERE KURÊ MIN HERE

Here here kurê min here
Here here lawê min here wiy
Here here dilê min here
Dilê dayîka te bi te re wiy

Kurê min berê ez nezan bûm
Li hember şoreş giran bûm
Carê li dora xwe mêze kir
Her kes şiyar ez di xew de bûm

Here here dilê min here
Here here lawê min here wiy
Here here bavê min here
Dilê dayîka te bi te re wiy

Dilê dayîka te bi tine
Weke şewata ta êgir e
Li ser te pir dişewite
Mêze kir ti çare nîne wiy

Here here dilê min here
Here here lawê min here wiy
Here here kurê min here
Dilê dayîka te bi te re wiy

Kurê min canê min bê te nabe
Şer bikin em rizgar kin oy
Dayîkê zarok xwedî kirin
Di nava şer û zor û cengê

Here here dilê min here
Here dilê min giş bi te re oy
Here here bavê min here
Here dilê min giş bi te re oy

Lawê min ez şiyar bûme
Doza xwe bawer bûme
Kurê min ez şiyar bûme
Bi doza xwe bawer bûme
Dibînim doza giran
Gelek pê dilxweş û şa bûme oy
Dibînim lawê xwe nirxan
Gelek pê dilxweş û şa bûme oy

Here here dilê min here
Dilê dayîka te bi te re oy
Here here bavê min here
Here dilê min giş bi te re oy

Комментарии

Информация по комментариям в разработке