" Sê birayê bê xîret "

Описание к видео " Sê birayê bê xîret "

Gelî birayên hêja !
Em gelê kûrd mîna dûrra di kûmmê xwede veşartî, serkêş û dil'êşa  dîrokâ hemû cîhanê ne,  lewra textême û bextême bi sed sâlâ li ser qeşema zivistanê sekinandin lê em ne helîyan.. Pêzê me bê şivan hiştin, em ketin nav gûr û goristana lê em ne qedîyan... Agir berdan warême, dest danîn ser barême digel jana dilême, lê em ne qelîyan ..
Yekîtîya me kirin çar perçe, axa me jî xwera gerandin bağ u bexçe , lê em jî berxwedanê ne westîyan ...
Gelî birayên hêja ! Gelê kurd milletek xwedî rûmete, neheqî û zor destîyê qebûl nake , serî liber tû kesî natewîne lewra tim serfiraze ..   ji bîr nekin ; ser bilindî û pêş ketina we,  di kurdewarîyêdeye , ew mirovê siyaneta wî ji kûrdanre tûnebe, destê xwe jê bişûn û ti xêr û xweşîyê di wîde negerin !!  Mirovê xwedî xîret taca zêrîne, hingivê esîle û şibhê ava zemzemê pak û paqije .. Gelê kûrd nandaye,dil germ û xwedî rehme, her wûha camêre ji ber wî qasî Nebin wezir li ser textê nemêra, bibin kuçik li devê derîya camêra .. Ez şivantîya berazê welatê xwe , nadim bi sed  pêşîvantîya gellê netewperest ..
Daxwazîya min jî we eve ;
Ji hev hisbikin, liber hev bikevin, dest bidin hev û bihevra bi jîn .. Wê Hingê  "Ev jîn wê bibe evîn"  Jîn û jîyana xweş di destêmedeye,  dema kû me dengê xwe bir hev,  wê hingê ser rûyê erdê jimera dibe bihişt .. Gûh nedin vizzêna wan kermêşê liber şibaka, ew
ji xelkêra masîgirin u ji mera nân xwerê cil qetîyayîne... jimera vizzêna mêşê hingiv lazime .. rabin ji xwew, rabin ji xwew, firset firî teşbîhê kew , edî bese rabin ji xwew .. !
rêz u silav 🌹

Комментарии

Информация по комментариям в разработке