MIN JI TE HEZ KIR | Kurdish New Sounds Project | Ciwanro (Official Lyric Audio)

Описание к видео MIN JI TE HEZ KIR | Kurdish New Sounds Project | Ciwanro (Official Lyric Audio)

Jîro Records; muzîka Kurdî ya nifşa nû. / نەوەی نوێ مۆسیقای کوردی. / New generation Kurdish music. / Yeni nesil Kürt müziği. #kurdishrock #kurdishmusic #muzîkakurdî #rockakurdî #kürtçerock #kürtçemüzik #کورتە میوزیک

ji bo bejna min ne dirêjtir an jî kintir e,
ji bo rengê min ne boztir an jî esmertir e,
ji bo çavên min ne mezintir, an jî bêvila min ne biçûktir e,
min bi xwe û xwedê re şerr kir min xwedê bêminnet kir
min ji te hez kir
ez bûm yekî kafìr...

min ji te hez kir
min ruhê xwe talan kir...
min ji te hez kir
ez bûm yekî nemir...
min ji te hez kir
êdî min hew ji tiştekî fam kir...

min ji te hez kir
mirina ku gav û seat di bîra min de bû,
û hundirê min bi qeramûçkên xwe kort dikir
ji bîr kir,
min dilê xwe li mirinê rehet kir,
min çi xweş kir
min ji te hez kir
ez bûm yekî nemir...

min ji te hez kir
min ruhê xwe talan kir...
min ji te hez kir
ez bûm yekî nemir...
min ji te hez kir
min xela li emrê xwe rakir...

min ji te hez kir
çima hinekan ji bo malê dinyê, xwe li her hinakan xûz dikir?
çima wî patronî heqaret li wî karkerê bêguneh dikir,
jinika li ser billboardê reklama çi dikir, çi hewce dikir?
mêrikê li ser televîzyonê qala çi dikir?
ez di kû de mabûm, min çi xwendin dikir?
min ji te hez kir
êdî min hew ji tiştekî fam kir...

min ji te hez kir
min ruhê xwe talan kir...
min ji te hez kir
ez bûm yekî nemir...
min ji te hez kir
min ji te hez kir
min mala xwe xera kir.

Gotin: Ji helbesta Rênas Jiyan
Muzîk: Ciwanro

© Jîro Records



Armanca "Kurdish New Sounds Project" eve ku bi piştgiriya jirîya çêkirî, şêwe û formên muzîkê ku di muzîka Kurdî de kêm hatine bikarnanîn li deryaya mezin a muzîka Kurdî bi dilopên nû bêne zêde kirin.

Комментарии

Информация по комментариям в разработке