Кто такая Мелайе Джизыри, чем она занималась и каково ее значение среди курдов?

Описание к видео Кто такая Мелайе Джизыри, чем она занималась и каково ее значение среди курдов?

Melayê Cizîrî û Serdema Pêşketina Tesewufa Wêjeya Kurdî
Melayê Cizîrî, di nav pêşengên wejeya Kurdî ya tesewufî de di rêza yekem de ye. Dîwana tesewufê ya Cizîrî ku heta roja me ya îro hatîye, di nav berhemên edebî yên bi kurdî de hatine nivîsandin û cihekî bêhempa de cih digire. Melayê Cizîrî çil salên dawî yên jiyana xwe di sedsala 17an de jiyaye û di wê dema ku mutesewifên girîng ên wekî Feqiyê Teyran û Ahmedê Xanî li Anatolîyayê, Bav Resûl Berzencî û Şemsuddîn Exlatî li Iraqê û Şihabûddîn Şazilî li Îranê jiyayî de cîh girtiye. Di vê serdemê de dema ku terîqetên curbecur di nav kurdan de belav bûne, ji alîyê din ve xebatên zanistî û tesewufî bi kurdî nivîsên wan dest pê kirine. Diwana Meleyê Cizîrî, di wejeya kurdîya tesewifî de di nav kurdên Anatolîyayê û dervêyê wê de bêtir berbiçav û bandorker e. Vê berhemê di warê wejeyê de di nav kurdan de pozîsyona farisî ya bêhempa hejand û îspat kir ku berhemên wêjeyî bi kurdî jî dikarin bên dayîn. Piştî Melayê Cizîrî, qalîteya û hejmara berhemên wejeyî yên kurdî zêdebûn û guherîna erênî ya di civakê de di jiyana civakî de jî xwe dide der. Ji vî alî ve wexte ku were mêze kirin tê fêhmkirin ku Melayê Cizîrî di pêşketina wejeya kurdî ya tesewufî de qonaxeke girîng bû.
Navê Melayê Cizîrî yê rast Ehmedê kurê Muhammed el-Buti el-Cezerî ye .Her çend ji bo tarîxên jidayîkbûn û mirina wî agahiyên cuda bên dayîn jî, lê di lêkolînên zanistî û akademîk ên dawî de hat diyarkirin ku ew di sala 1567î de ji dayik bûye û di sala 1640î de li Cizîrê di 75 saliya xwe de wefat kiriye.Melayê Cizîrî perwerdeya xwe ya medreseyê ya ku li Cizîrê dest pê kiribû, li medreseyên herêma Diyarbekir, Hekarî û Îmadîyê berdewam kir. Wê demê Medresa Mîr Abdal li Cizîrê, Medresa Sor, Medresa Mîr Hesen-î Velî li Mûkûsê, Medreseya Kubbehan li Îmadîyê navendên zanistîyê dihatin zanîn ku gelek alim û mutesewif lê perwerde bûne.Melayê Cizîrî ku heta 30 salên xwe perwerdehiya medreseyê domandîye, ji mamosteyê xwe Mele Taha yê ku li Amedê jiyana xwe berdewam dikir îcazeta zanistiyê jê wergirtiye û demekê Melatî û mamostati kirîye.Melayê Cizîrî yê ku di sofîyatîya kurdî de xala werçerxanê ye , kengî û çawa berê xwe daye tesewufê, derheqa wê de destê me de melûmat ê ki qet'î tuneye. Bi giştî li ser hinek bêyten di Dîwana wî de tê gotin ku ew mensûbê terîqeta Neqşbendî ye.
Melayê Cizîrî ku di dîwana xwe de bahsa şefaetê jî kir, xwe weke girtiyekî di zindana cihanê de dibîne. Melayê Cizîrî ji bo ku xwe ji wê girtiye xelas bike Ji Pêxember daxwaz dike ku li cem Xwedê bibe şefaetkar. Û derheqa şefaetê wan bêytan dinivîse.
Dilberê serdarê xûban ez nizam agah heye
D’heps û zindanê esîr û girtîyê dermande ye
Gitîyem mayim di hebsê kî gelo mehder bikit
Carekê navê me binit pur sewabek zede ye


#MelayêCizîrî #KürtçeEdebiyat #KürtçeŞiir #KurdishLiterature #KürtEdebiyatı #Poetry #Şiir #Philosophy #felsefe

Çend lîsteyên me yên playlîstê ku dibe hûn ê ji wan hez bikin:

- Feza:    • Feza  

Tenduristî:    • Tenduristî  

Wêje & Hûner:   • Wêje & Huner  

Ekolojî:    • Ekolojî  

Lînkên me yên Medyaya Civakî:

Instagram: https://www.instagram.com/torima_akad...

X(Twitter): https://twitter.com/torima_akademi?t=...

Tiktok:https://www.tiktok.com/@torima_akadem...


Hûn dikarin ji platformên dîjîtal ên din jî me bişopînin:

Spotify: https://open.spotify.com/intl-tr/arti...

Itunes / Apple Music: https://music.apple.com/tr/artist/tor...

Amazon Music: https://www.amazon.com/music/player/a...

Boomplay Music: https://www.boomplay.com/songs/155180...

Iheart Radio: https://www.iheart.com/artist/torima-...

Anghami: https://play.anghami.com/song/1144419121

Kkbox: https://www.kkbox.com/jp/en/artist/8o...

Комментарии

Информация по комментариям в разработке