Îro min dî - Melayê Cizîrî & Necat Zivingî

Описание к видео Îro min dî - Melayê Cizîrî & Necat Zivingî

Îro min dî wextê seher
Ew dilbera sundus di ber
Dîsa di lebsê sor û zer
Nûrek munezzeh bû beşer
...

Feryad û efxan sed keser
Wesfan neşêm lê ev qeder
Zanim ku roj bû hate der
Subhan ji şahê qudretê
...

Tê endelîb û bilbilîn
Roj hate birca simbilîn
Xeflet medî lew xeccilîn
Mehrûm û mehcûr dilkulîn

Mecrûhê tîrên qizzil în
Rehmê ke pir sohtîdil în
Vê perdeyê carek hilîn
Bavê nîqaba zulmetê

Pirsê li mihrdarê xwe ke
Meczûb û haldarê xwe ke
Bes qehr û azarê xwe ke
Qesda birîndarê xwe ke

...

Derdê xedar bêm firqet e
Firqet ji can pur zehmet e
Aşiq mirin her saet e
Ya sehlî aşiq ruh detê

Lê dilber ev reng adet e
Herçî di bendê dakete
Ewwel didit pê ulfet e
Zewq û sefa û sohbetê

...

Aşiq divê dil sade bit
Xaka riya yarê xwe bit
Sed dax di dil wek lale bit
Xunê bixwit rengxunçe bit

Wî can fida şubhêt me bit
Lê'j emrê yar xafil nebit
Daim bi se'y û cehde bit
Teb'ê ku yar lê, ew we bit

...

Комментарии

Информация по комментариям в разработке