Xelîl Xemgîn - De Werê Lê (Official Audio)

Описание к видео Xelîl Xemgîn - De Werê Lê (Official Audio)

Xelîl Xemgîn - De Werê Lê
Album : Bagok
Text & Musik : Xelîl Xemgîn

Ax de were lê... ay der dê
Xemê, derdê, mereqê elemê, birîna kûre ji destpêka emrê min de
te xistiya nava dilê mine lê...
Jana girane, heba leglegê, ji destpêka emrê min de, te xistiye
nava perdên dilê mine lê....
Konê pêçayî daye ser milê mine, berê min da ye rê ya bê dawî ye,
çerxa felekê min digerîne, nema tine dawî ya emrê mine lê...

Ho de bêje, lê de bêje, wê çawa here ji bîra min e lê....
Wê çawa here ji bîra min, lekên xwînê li rû yê zinaran de, di şikeft û berqefan de
hêjî hene hestî yên bav û kale min e lê....
Jana girane, birîna kûre, tekirî mafê jîna mine, li her şevê mêhvanê xewna mine lê...

Birîna xedare, şûna derba atoma qurşînê lê....
Xwîna diherkîne mîna pêlên Feratê gergîn bû ye,
mîna çemê Mînzurê, belkên berfê heliyane ji serê çiyayê Dêrsimê de,
Destê xwe didim ser vê birînê, nikarim bigrim vê lehiya xwînê
Tirsa min ji wê tirsê bimirim, nebînim xulexula ava çemê Mînzurê
Diherkînê, dixemlîne erdê Kurdistanê, bi evînê lê....
Tirsa mine nebînim, eba min bi dest min de ye,
digerim li şikeft û berqefan, dicivînim li hev hestiyê bav û kalen xwe,
da bixînim mezelên şehîd bûnê, ji tere rakim eşq û evînê lê...
xemê, derê kulê lê lê....

Gotin û muzîk: X. Xemgîn/1988
Çavkanî; Dr. M. Nurî Dêrsimî

Hesabên min ên fermî evin./ Follow Xelil Xemgin on his social media accounts:


Instagramm:   / x_xemgin  

Facebook: https://www.facebook.com/Xelilxemgino...

Twitter:   / x_xemgin  




#xelilxemgin #bagok

Комментарии

Информация по комментариям в разработке