" Rênîşanderê fêlbaz "

Описание к видео " Rênîşanderê fêlbaz "

📌 Gelî birayên hêja ; Bingeha xweşîya jîyanê li ser mirovê xweş hatîye avakirin. Çola rût bi van tê avdan, nexweş bi van baş dibin, birîn bi van rihet dibin, derd û kul bi sedema serê van têne jibîr kirin. Dîtina mirovekî xêrxwaz hêjayê bi dest xistina sed hêstirê di bin barê yaqût û elmasan de .. Her wiha dîtina mirovekî ne xêrxwaz windakirina xezînê zêr u zîva ye .. Baş zanibin kû ; kî çi karê xerab bike, di demek nêzde ew kar wê bibe zerer û wê bê serê wî. Lewra tê gotin ;

🌱" ti çi biçînî tê wî bibînî-yan jî tê wî hilînî" .. Dema gellek dinav kêf xweşîyê de têr û tor bun, rast û çepê xwe li dexl û danê feqîr û jara xistin; wê hingê zanibin kû me çend delal windakirine ..

Dema we dît gel ji rê derketin û gel bû mîna gurê nîvxeniqî ; wê hingê winê destê xwe ji jîn û evînê bişon... Di nava civakê de çareserîya herî mezin ewe ku; mirov berîya her tiştî pêşî xwe sererast bike û piştre jî ji cilê xwe bêtir dilê xwe paqij bike. Ez bawerim kû piştî ev tiştî pêve ji bilî mirinê ti kêmasîyên me namînin . Ev gotina min di diroka kevnarde gelek caran hatîye ceribandin û di dawîyêde jî hatîye pejirandin. Ti kesî heta niha bi fetl û fûta negihiştîye meqsed û mirazên dilê xwe . . Seyîd elîyê findikî belasebep ne gotîye: " Elî rabe wiha nabe, bi hîl û pîla çênabe... "

Şîreta min li we ev e ; Eger hûn karibin rîya rast nişanî hev bidin teqsîr nekin. Lê eger hûn nikaribin, wê çaxê tenê li ser destmêja xwe rûnin ev qencîya we bese :)) ✋

Комментарии

Информация по комментариям в разработке